Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Kongreya Komeleya Kurd a Salmezinan
2015-02-23 09:00
fkks
info@fkks.se









Di 22.02.2015ê de Komeleya Kurd a Salmezinan kongreya xwe ya salane li dar xist. Li ser navê FKKSê berpirsê komiteya peywendiyên nav xwe Hewzullah Nêrweyî, Sekretera FKKS Pirseng Tuana, Berpirsê Abobri Barzan Koçkaya, Berpirsê Penaberan Mamosta Kerim, Berpirsê Salmezinan Mûjde Siracî û Cigirê Berpirsê peywendîyên Nav xwe Selam Cizîrî û endamê komîteya revisorê nav xwe yê FKKS Cotyar Şerif bêşdarê kongreya komelê bûn.

Kongre ji alê Serokê Komelê Wurya ve hate vekirin û gotarek bi kurtî pêşkeşê kongrê kir.

Kongrê bi tesbitkirina endaman destpêkir û piştî tesbitkirina endaman Sirûdê Ey reqib hate xwendin û deqiqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên kurd û Kurdistanê hate girtin.

Jibo rêvebirina kongrê Doktor Arshad Maruf, Mujde û Kardo ji alê kongrê ve bi yekdengî hatin hilbijartin. Kongre bi serokatîya Arshad Maruf ve hate rêvebirin.
Rojevek wek pêşînyarî jibo nûnerên kongrê hate pêşkêşkirin. Kongrê bi yekdengî ew rojev pejirand.

Li ser navê FKKS. Berpirsê peyvendîyên nav xwe Hevzullah Nêrweyî gotarek pêşkêş kir.

Wî di derheqa karên hatIne kirin û karên FKKS yê di demên pêş da bête kirin agahî da.
Jibo kongrê du rapor hatin pêşkêşkirin:
a) Rapora Xebatê ya 2014: ji alê Serokê komelê Wurya ve hate xwendin
b) Rapora aborî jî ji alê berpirsê darayî Mûjde Siracî ve hate pêkêşkirin. Li gor raporê, komele xwedîyê aborîyek başe û di kontoya komeleyê da li dor sed û sî hezar(130 000 Kr.) heye.

Her weha komîteya revisor a nav xwe rapor pesinand û daxwaz ji kongrê kir ku tevahîyê raporan bipesînin.
Piştî xwendina wan herdû raporan giftûgo li ser wan raporan hate kirin. Piştî giftûgoyan berpirsên komîteya kevin bersiva hemû pirsan dan.

Pişti raporên xebat û aborî li ser raporan giftûgo hate kirin û raporên komîteya kevin ji aliyê kongrê ve bi yekdengî hat pesendkirin.

Nûnerên Kongrê giftûgo li ser destûra komelê kirin. Piştî gifûgoyan li ser hin xalên destûrê giherandin hatin çêkirin. Kongrê biryar da ku navê komelê da ji guhorandinek bite çêkirin. Navê komelê wek ”Komeleya Salaçûwan û Pêdewîstekan” hate pejirandin. Kongrê biryar da ku her du sala carekê kongra asayî bête li darxistin.

Kongre organên xwe yên komîteya karger, Komîteya Rawêj û revisor a nû bi yekdengî hilbijartin. Kongre pir bi rêkûpêk bû.

Nûnerên kongrê wan kesên navê wan li jêr jibo komîteya karger, Revîsor û Rawêj hilbijartin.
Jibo Komîteya Karger: 5 Eslî û du cigir
1) Eminexan
2) Mujde Siracî
3) Gilên
4) Safwet
5) Ronak Siraci wek aslî û
6) Haci Mihemed Şiq û
7) Sakir Sûlav wek endamên cigir hatin hilbijartin.

Komîteya Rawêj:
1) Selam Cizîrî
2) Mamoste Kerim û
3) Cotyar Şerîf hatin hilbijartin.
Komîteya Revîsor (komîteya çavdêr):
1) Barzan Koçkaya û
2) Hêrîş Ezîz jibo komîteya revisor hatin hilbijartin.
Kongre bi awayek rêk û pêk û bi serkeftî dawî hat.
Kogre bi spasîya serokê divanê Dr. Ershed Maruf ve dawî hat.
Piştî kongrê komelê hemû nûner jibo firavînê vexwendin restûrana Kurdî.