Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
FKKS: “ Daxwaza siyaseteka însanî û comerd dike”
2015-09-06 20:00
fkks
info@fkks.se




Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) bi aweyekê trajîk a mirina Alan Kurdî yê sê salî ku di 3ê Îlona 2015ê li bajarê Tirkiyeyê Bodrumê bi malbata xwe bidizî bi kelekê derbasî girava Kos a Yûnanistanê dibû, di bahra Egeyê de fetisî û pêlan ew avêtibû qerexa deryayê û bi belavkirina rismê wî di raya giştî ya cîhanêde infal peyda kiribû,xemgîniya xwe dîyar dike.

FKKS beyana serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban rast û di cî de nabîne û difikire ku beyana wî ya di derbarê penaberan de av kêşand aşê wan rêxistinên îslamî ku li herêma rojhilat bi navê îslamî şer dikin û jê yên derveyê xwe re jîyanê heram dikin. Li gor serokwezîrê Macaristanê hatina penaberan bi girseyî bo welatê wî,nirxên xiristîyanîyê dixe xeterê û ew naxwaze bi misilmanan re bi hev re bijî. Ew bi vê beyana xwe dibe berdevkê gelek partîyên rasîst yên Ewrûpayê ku wek wî difikirin û di van salên dawîyê de li welatên cuda yên ewrûpayê de hêza xwe xurt kiribûn.

Li gor Komserîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî di 2014ê de 3600 kes û 6 mehên pêşîn a 2015ê de 2500 kes di vê rêwîtîya hêvîyê de di bahran de fetisîne. Ev însan ji şerê navxweyî yên Sûrîye, Libya, Afganîstan revîyane û li Libyayê ber bi Îtalyayê û ji Tirkiyeyê ber Yûnanistanê ve di encama noqkirina geştî û kelekan de, di Bahra Sipî û Egeyê de fetisîne.


Di encama şerê nav xwe yên Iraqê û Sûriyeyê de bi sedhezaran Kurd jî warên bavûkalan reviyane, li dewletên cînar li kampan û kolanan di rebenîyê de de dijîn, yan jî bi refan ber bi Ewrûpayê ve li ser riyan perîşan in, di kelek û keştiyên xerabe de noq dibin. Bi sedhezaran penaber îro li Herêma Kurdistanê hatine bi cî kirin.

Daxwaza FKKSê ew e ku Swêd û welatên din yên Yekîtîya Ewrûpayê siyaseteka human û comerd di derbarê penaberan de bimeşînin û maxdûrên ku ji ber şer direvin û berê xwe didin ewrûpayê derîyên xwe ji wan re vekin.
6.09.2015
FKKS