Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
FKKS: “Terora li Pirsûsê lanet dikin; xemgîniya wan parve dikin ”
2015-07-20 18:00
fkks
info@fkks.se




Di 20ê Tîrmeha 2015ê de li bajeroka Pirsûsê/Surûcê li Navenda Çandîya Amarê de di kiryareka terorîst a xweîntîxarî de li gor agahîyan 30 ciwan şehîd bûn û 104 kes jî birîndar bûn.

FKKS bi tundî vê kiryara terorîst a dirindaneû nemerovane şermezar dike; sersaxî ji malbatên şehîdan û şîfayê ji birîndaran re dixwaze; êşa wan parve dike.

Ciwanên hatine şehîdkirin endam û dilxwazên Federasyona Komeleyên Ciwan ên Sosyalîst (SGDF) bûn; li Pirsûsê civîyabûn û dixwestin herin Kobanî di avakirina bajêr de alîkarîya xelkê bikin.

Wek dihê zanîn rêxistina DAÎŞê di 15ê Îlona 2014ê de bi hovane êrîşê bajarê Kobanî û gundên wî kiribûn; bi hezaran kurd dev ji gund û malên xwe berdabûn û ber bi bakurê Kurdistanê ve çûbûn. Piştî şerekî dijwar bajarê Kobanî di 26.01.2015ê de ji DAîŞê rizgar bibû.
20.07.2015
FKKS