|
Qetilkirina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî şermezar dikin! |
|
2015-11-28 16:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî di 28.11.2015ê de li Diyarbekirê li taxa Sûrê, di dema daxuyanîya çapemenî dida de hat qetilkirin. Qetilkirina wî, qetilkirina maf û azadîyên gelê kurd, hiqûq, edalet û demokrasî ye; bi tundî şermezar dikin.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) ji hikmeta Tirk daxwaz dike ku faîl(ên) vê kiryarê bi lez ronî bike; ku ronî neke berpirsiyarîya vê kiryarê dê di hustiyê hikmeta Tirk de bimîne.
Ji malbata wî re, ji dost û xizmê wî re; ji endamên Baroya Dîyarbekirê û Baroyên Kurdistanê re sersaxî û metanetê dixwazin. 28.11.2015 FKKS
|
|
|