|
“Bi bombebarankirinê pirsa Kurd û Kurdistanê çareser nabe” |
|
2015-07-28 18:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) li hember bombebarênên balafirên dewleta Tirk li herêmên başûrê Kurdistanê pêk tîne û li gel gerîlayên PKKê kesên sivîl tên kuştin û birîndar dibin; gund wêran, heywan telef dibin û zirar û ziyanê digîhîne havîdorê protesto dike; yasaxkirina hin rojname û malperên kurdan li dijî azadîya fikir û ramanî, dinirxîne.
FKKS helwest û pozîsyona hin dewlet û medyaya Ewrûpayê di cî de dibîne ku ew hişyarîyê didin hukimet û serokwezîrê Tirkiyeyê da ew aqlî-selîm tevbigerin û bi êrişên xwe yên ezmanî li hemberî PKKê, pêvajoya aştiyê ligel kurdan nekin metirsiye yê.
Dewleta Tirk bi taybet piştî Adara 2011ê de bi destpêkirina şerê navxweyî li Sûrîyeyê û sîyaseta ku li hember guherînên li herêmê meşand xwe xist tengasîyê û di vê pozîsyona xwe de guh neda mitefîkên xwe yên Xerbê û bi tenê ma. Ji bo ji vê tenêbûna xwe xelas bike, qetlîama Pirsûs/Sirûcê ya DÎ/DAÎŞê ku 31 ciwan mirin û serbazekî wê yê li bajarokê Kilisê ji alîyî DÎyê û du polîsên ku ji alîyê PKKê ve li Serê Kaniyê hatin kuştin kir sebeb; li hundirê welêt dest bi operasyonan kir û ji 25ê Tîrmeha 2015ê vir ve ye bi balafirên xwe yên F-16 mewzîyên PKKê yên çiyayên başûrê Kurdistanê bombebaran dike; naxwaze li ‘bakurê Sûrîyeyê’ kurd statûyekê bi dest bixin DAÎŞê dike bahane û armanca wê ew e ku di bin kontrola xwe de li wê herêmeka ewleyîyê ava bike û tirkmenan bi cî bike.
28.07.2015 Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
|
|
|