Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Cuhûyên Kurdistanê li Israîlê
2015-12-06 00:00
fkks
info@fkks.se






Di 5.12.2015ê de li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî Seroka FKKS Sosin Guven, Serokê YNK-S Nezîr Akat û Doçent Dr. Marîana Taloyan semênerek dan. Babeta semînerê Cuhûyên Kurdistanê li Îsraîl bû.

Di 29.09.2015ê de Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) Sosin Guven, Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê (KNK-S) Nezîr Akat û Docent Dr. Marîa Taloyan bi vexwendina Centra Cuyên Kurd li Qudûsê serdana Îsraîl kiribûn. Armanca serdana heyetê ew bû ku Cuhûyên Kurdistanê û kultura wan nas bikin, têkilî di navbera rêxistinên xwe de deynin.

Axafêrên semînerê yek bi yek çavderîyên xwe yên li wê anîn zimên, rismên û vîdeyo ku kişandibûn pêşkêş kirin û bersiva pirsan dan.

Rapora ku amedekiribûn ji alîyê Serokê KNK-S Nezîr Akat ve hat pêşkêşkirin.

Cuhûyên Kurdistanê li Israîlê

Wek tê zanîn, Dewleta Israîl di sala 1948 an de hat avakirin. Cuhûyên Kurdistanê bêtêrên wan ji başûr û Rojhelatê Kurdistanê koçberî Îsraîlê kirine. Li gor axaftinên wan, di despêka avakirina dewleta îsraîl de cî girtine û xwe beşek ji dewleta îsraîl dibînin. Bêtirên wan ji sala 1948 an heta 1952 an ji Kurdistanê koçber kirine û li Israîlê bicî bûne.

Dewleta îsraîl piştî hate damezrandin, di sala 1950 î de, biryarek derxist. Biryar ji bo hemî cuhûyên dunyayê bû ku bixwazin dê bikaribin vegerin Israîlê.Wek tê gotin 851 hezar Cuhû ji welatên Ereban, Cizîre, Misir, Iraq, Libya, Surîye, Tunis û Yemenê berê xwe dan îsraîlê. Ew cuhûyên ku berî 2500 sal berê li van deveran bicî bibûn, bi derfeta avakirina Dewleta îsraîlê, berê xwe dane îsraîl û koçberî wir kirine. Di sala 1968 an de li hemî welatên navborî de tenê 69.600 cuhû mabûn. Li welatên ereban bi destên misilmanan hemî berhemên cuhûyan wêran kirin. Wek tê gotin wêranîya bermayên cuhûyan li wan welatên navborî biqasî 6.milyar û 700. milyon dollar bûye.

Di vê demê de cuhûyên Kurdistanê jî, ev derfet bikar anîne û ji hemî Kurdistanê berê xwe dane îsraîl. Gelekan behsa zahmetîyên meşa ber bi îsraîlê kirin. Lê herweha behsa pêşewazîya dewleta îsraîl bi germî jî, anîn zimên. Bi gelemperî biqasî me bihîst ji hatina xwe ya îsraîlê gelekî kêfxweşin.

Me bêtir nifşê duwem û sêyem dîtin. Nifşê yekem bi mezinayî hatine Israîlê. Zarokên bi dê û bavê xwe re koçber bûne û hatine îsraîlê kêmin. Zarokên nifşa yekem ku bi dê û bavên xwe re hatine Îsraîlê kêm bin jî piçekî kurdî lê bêtir aramî dizanin. Zarok û nevîyên nifşa yekem îro piştî 60-70 salî hînê jî xwe wek cuhûyên Kurdistanê binav dikin û bi Kurdistanîya xwe serbilindin. Bêtirên wan ya kurdî nizanin yan jî kêm kurdi dizanin. Di malên xwe de yan bi aramîya kevn, ku wek targûnî binav bûye yan jî bi zimanê hebrî diaxifin. Hemî kesên ku me bi wanre axaftin kir, zimanê targûnî ji wan pirsî. Lê wan zimanê xwe wek aramî yan jî aramîya kevnare binav kirin. Kesekî navê targûnî binav nekir.

Cuhûyên Kurdistanê yên îsraîlê Ji başûrê Kurdistanê, bêtirên wan ji Helebçeyê, Silêmanîyê, Dihok û zaxoyê koçberî Israîlê kirine. Kurdên ji der û dora Zaxoyê koçber kirine bêtirên wan dibêjin ew ji Sindo yê hatine. Geleka digotin ew ji qeza dihokê hatine. Lewra dema ku ew ji Dihokê hatine Dihok wek qeza (bajarekî biçûk) bûye. Gelek ji koçberên Zaxoyê bi erebî zanibûn. Ji rojhelatê Kurdistanê bêtirên wan ji derdora ûrmîyê hatine. Bi qasî me pirsî kêm bin jî ji alîyê Kermanşa û sine jî hinek malbat hatine îsraîlê lê em bi wan re neaxifîn.

Nasname
Cuhûyên nifşa yekem ji alîyê dewleta îsraîl ve baş hatine pêşewazîkirin. Xanî û kar dane wan, pirsgirêkên wan yên aborî û civakî çareser kirine. Hemîyan pêşewazîya dewletê bi erênî şîrove dikirin.Nivşê duwem û yê sêyem xwe wek cuhûyên Kurdistanê binav dikin û bi civata îsraîl re lihevkirîne. Ew berî her tiştî cuhûn e, duvre îsraîlî ne û sêyem jî bi serbilindî dibêjin ew bi eslê xwe cuhûyên Kurdistanê ne. Hest û vîna olî li nik wan bihêze. Lê piranîya wan xwe wek cuhûyên Kurdistanê yên Israli binav dikin. Li nik wan hest û vîna nasnameya Kurdistanî xurt e.
Lê balkêş e ku, navê dezgeha wan ya çalak ” Centera Kurdên Israîlê ye”, gelek caran di axaftinên xwe de wan xwe wek, Kurdên cuhû, yan jî Kurdên Israîlê binav dikirin lê xuyaye mebesta wan cuhûyên ji Kurdistanê ye.

Cihûyên Kurdistanê li Israîlê, xwedî nasnameyek zelalin. Xwe bi du nasnameyan binav dikin. Nasnameya yekem û sereke him wek ol û him jî wek nasnameya neteweyî Musewîtîye, yan jî Israîlî ye. Ya duwem jî Kurdistanî ye. Bi her dû nasnameyên xwe serbilindin û bi zelalî bilêv dikin.Di şahî û tazîyên xwe de ala Kurdistanê li nik ala Israîlê diçikînin ku ev bi xwe jî bi nasnameya wan re diçespe û li hevkirîye. Bi şal û şapik û kumên cuhuyî, bi hebrî meqamên stranên Kurdî, çend govendên Kurdî ku bi harmonîyek xweş etablerî çanda îsraîlî kirine, karektera nasnameya xwe eşkere dikin.

Ziman
Kurdên îsraîlê li malên xwe bi zimanê Hibrî diaxifin. Kurdên ji Zaxo hatine gelek ji wan piçekî bi erebî jî dizanin. Piranîya wan hînê jî zimanê aramîya kevn dizanin û gelek carî bi hevudû re bi aramî diaxifin. Zimanê aramî him Kurdên rojhelat him jî kurdên başûr digihîne hevdû û bi hevdûre yan bi hebri yan ji bi aramî diaxifin.
Ji bilî hebri û Ingilîzi, yên ji derdora Urmîyê bi arami diaxifin, yên ji derdora Helebçeyê, Silêmanîyê hatine jî bi aramî diaxifin. Kurdên Dihok, Zaxo bi kurmancî, kêm be jî bi erebî û bi aramî jî diaxifin.

Çand û Sîyaset
Cuhûyên Kurdistanê piranîya wan kurdî jibîr kiribin jî hest û vîna wan ya Kurdistanî bihêze.
Li nasnameya xwe xwedî derdikevin, Ala Kurdistanê wek sembola azadîyê liba dikin, çanda kurdistanî diparêzin, xwarina kurdi çêdikin, aheng û awazên kurdî distêrên. Ji muzîka Kurdî hezdikin. Di şev û şahîyên xwe de muzîka kurdî gohdar dikin.Itzik Kalla, Hadassa Yeshurun, Daniel Ezri, Aharon Manahem û bi dehan dengbêj û hunermendên wan hene.

Ji bilî sîyaseta navxweyî, bi eşkereyî palpiştê tevgera netewî ya Kurdistanê dikin. Li Israîlê tên naskirin. Xwe wek Kurdistanî binav dikin û hestên xwe yên neteweyî bi zelalî didin nasîn. Dezgehên wan yên çandî henin. Centera Kurdî ku li Jarusalemê ye temsîla Kurdan dike. Bi kar û barên çandî û pirsgirêkên Kurdên îsraîlê ve mijûle. Filîman li ser çand û pirsên Kurdan çêdike û di televizyonên îsraîlê de diweşînin. Arieh Elias yek ji nasiyên artîstên kurdistanîyên cuhû ye ku jîyana xwe ji dest daye. Wek nimûne: her sal bi navê SEYRANÊ li cîyekî (bajaraekî) îsraîlê kurdan dicivîne ser hev û seyranê lidar dixe. Gelek caran hunermendên Kurdan ji derveyî Israîl bejdarî seyranê dike. Îsal (28/09-2015) li bajarê Tarabia seyranê amade kir. Bi hezaran kurdistanîyên cuhu li wir civîyandin û cejna seyranê pîroz kirin. Îsal hunermend Rakêş kurdê başûr ku bixwe li Swêdê rudinê, lê vegerîyaye Kurdistanê, bejdarî pîrozbahîya seyranê bû û bi hestên neteweyî seyran coş kir û hestên neteweyî yên kurdistanîyên îsraîlê berz kir. Pîrozbahîya şahîya Seyranê di kenala 24 ya Televîzyona îsraîlê de hate weşandin.

Wek wate û armanca xwe centera Kurdî, danasîna çand, muzîk, xwarin, cil û berg û folklora Kurdî bi binav dike. Herweha xurtkirina pêwendîyên Kurdistanîyên îsraîlê, bi yên derveyî îsraîlê re girîng dibîne û ji bo vê armancê kar dike.

Wek Centera Kurdistanîyên Cuhû, armanceke pîroz dane pêşîya xwe, ku mala Kurdî ava bikin. Ji bo bicîkirin û durustkirina vê armancê kar dikin.
Centera Kurdên Cuhû, gelek hunermendên Kurd organîze kiriye. Dengbêjî û muzîka Kurdî herweha folkolora Kurdî li nik wan bihêze, meqamên govendên kurdî bi berfirehî bikar tînin. Cuwanên wan jî govendên Kurdî digrin û ji muzîka Kurdî hezdikin. Me di pîrozkirina seyranê de vê helwesta cuwanan bi zelalî dît.

Gelek nivîskarên Kurdistanîyên cuhû hene ku bîranînên xwe nivîsîne û gelek lêkolînên cuda kirine û wek pirtûk weşandine. Pêwîste mirov bikaribe wan pirtûkan tercumeyî Kurdî bike. Dr Motî Zaken, Mordehay Yona, Warda Shilo, Yaakov Yaakov, çend navên nivîskarên Kurdistanîyên cuhû ne. Center dixwaze qursên Kurdî des pê bike lê xuyaye di derbareyê vê mijarê de bêtecrubeye. Me wek Kurdên Swêde alîkarîya xwe di vê mijarê de pêşkêşî wan kir.

Kurdên Israîlê di jîyana sîyasî, ewleyî û avakirina neteweyî ya Îsraîlê de roleke girîng wergirtine û heta nuha jî didome. Di destpêka koçberîya xwe de Kurdistanîyan di sîyaseta Israîlê de bi roleke berbiçav cî girtine. Îro kêm bin jî 2-3 namzedën wan di Kneset a îsraîl de hene. Bi qasî ez tê gîhiştim yek ji wan bi navê Miki Levî baş tê naskirin û di sîyaseta îsraîl de xwedî bandore. Di artêşa îsraîlê de yek general û pirr efserên Kurd hene. Di avakirina dewleta Israîlê de roleke girîng wergirtine û bi helwesta xwe serbilindin.
Di hukûmet û parlementoya îsraîlê de dem bi dem wezîrên bi eslê xwe kurdistanî hwbûne. Kurdên îsraîlê di nakokîya Filistînî û Yehudîyan de layangirê Yehûdîyan e û bi hemî vîn û hesta xwe li nik îsraîl cî digrin.

Cî û warên Kurdan li Îsraîlê
Bêtirên Kurdan li Jarusalemê û derdora wê li gundan dijîn. Lê li nêzî hududên Surîyê û Urdinê jî gundên Kurdan hene. Centera Kurdî jî li Jarusalemê ye.
Li Tel avîvê kêm bin jî kurd hene. Wek em tê gihîştin îro kurd li gelek cîyan bicîbûne. Kurd li Îsraîlê baş tên naskirin û tên hezkirin. Qudus bingeha cî û warên Kurdistanîyan ne. Lê li gelek gundan jî bicî bûne. Zakarîya, Jur, pamey,tashaz,Eshbol, Shtula, satsa, yosef û gelekî din.

Nivşê sedsala 90 î
Kurdên ku di salên 1948-52 an de koçber kirine, piştî avakirina Dewleta federe li başûrê Kurdistanê, serlêdana merivên xwe kirine. Merivên wan bêtirîn Misilmanin. Wan vexwandine îsraîlê. Malbatên di salên 92-96 an de koçberî îsraîl kirine bêtirên wan misilmanin. Ew bi civata îsraîl re entegre bûne, ziman fêr bûne, kar dikin û leşkerîya îsraîlê dikin. Ew him hemwelatîyê îsraîl î him jî hemwelatîyê Kurdistana Fderal in. Pêwendîyên wan bi nivşê kurdên cuhû yên duwem û sêyem re xweşin. Ew bi Kurdî baş zanin, bi kurdî diaxifin û pêwendîyên wan bi Kurdistana başûr re xurtin. Gelek zarokên wan li îsraîlê ji dayik bûne lê bi kurdîyeke paqij diaxifin. Nasnameya xwe wek Kurd binav dikin lê xwe wek cuhû nabînin. Bêtirên wan ji alîyê dapîrên xwe wek cuhû ne û xwe wek hemwelatîyê îsraîlê û Kurdistanê şîrove dikin.

Malbatên Kurdên misilman ku hemwelatîyên îsraîlê ne, malên wan li Kurdistanê û li Israîlê hene. Xwe wek Kurd û misilman binav dikin. Lê bi helwesteke zelal li nik Israîlîyan cî digrin û alîgirên dewleta îsraîlin. Wek hemwelatîyên Israîlê, nifşê koçberên Kurdistanê yê salên 92-96 an, ji helwesta dewleta îsraîl kêfxweşin.

Nifûsa Kurdistanîyan
Nifûsa kurdistanîyên li Îsraîlê çiqase û çawa vê serjimarê tesbît kirine ne zelale. Centera Kurdî nifûsa Kurdan li Israîlê kêm zêde bi 200.000 î lê gelek kesên ku min bi wan re axifîm jî heta 500.000 î mezin dikin. Ya nêzî rastîyê jimara centerê ye.