Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Di 5-mîn salvegera wî de em Hrant Dînk bi bîr tînin!
2012-01-19 11:00
fkks
info@fkks.se


Di 19ê Çileya Paşîn a 2007ê de li Stenbolê berpirsiyarê giştî yê rojnameya Agosê Hrant Dink hat kuştin. Berê kuştina xwe ew hatibû tehdîtkirin û ji bona axaftin û nivisên xwe jî hatibû mahkemekirin.

Di 17ê Çileya Paşîn a 2012ê de Dadgeha Doza Hrant Dink biryara xwe ya dawîn da. Li gor dadgehê li pişt cînayetê tu rêxistin tuneye. Gumanbar Yasîn Hayal ji ber ezmkirinê cezayê muebbet girt. Gumanbar Erhan Tuncel di vê dozê de ceza nexwar, lê di doza bombekirina Mc Donald’s ê de 10 sal û 6 meh ceza girt û hat tahliye kirin.

Biryara dadgehê bi taybet ji bo malbata Hrant Dink û awukatên wan û bi giştî jî ji bona raya giştî bû şokeka mezin. Ji ber ku gelek delîl hebûn ku ev cînayet ji bal rêxistineka di nav dewletê bi xwe de bi hostatî hatiye plankirin û cîbicîkirin.

Di 5-mîn salvegera wî de em Hrant Dink bi bîr tînin û daxwaz dikin ku Doza Hrant Dink bi adalet dawî bibe, rêxistinên ku kuştina wî plan kirine eşkere bibin û wijdanê raya giştî rehet bibe!

19.01.2012
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

Sermonî ji bona Hrant Dink
Pênşem, 19.01.2012, Seat: 18:00-19:00, ABF, Sveav. 41 Stockholm