|
Kongreya SIOS |
|
2012-05-27 14:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di 26/5 2012 an de li Stockholmê, Li Jakttornet kongreya Konfederasyona Biyanîyan SIOS ê pêk hat. Di kongreyê de, ji Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) Sermin Bozarslan, Selam Ciziri, Pirshang Twana û Midja Hasan beşdar bûn.
Di kongreyê de li ser programa SIOS û plana xebatê biryar hat girtin. Komîteya Karger a nû û Komîteya Revîsor hat hilbijartin.
Di Kongreyê de endametîya Federasyona Çinî ûFederasyona Ukraynî hatin qebûl kirin. Bi van herdû Federasyonan hejmara endamên SIOSê bûn 22.
SIOS bo civateka pirr çandî û pirr zimanî, bo mafê kêmneteweyî bo grûbên biyanî, bo ziman nasname û kultur kar dike.
Piştî du hefta Komîteya Karger a nû bicîve û di nav xwe de wezîfe parve bike.
|
|
|