Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Helepçe bi girseyî hat bibîranîn
2012-03-18 16:00
fkks
info@fkks.se























Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) di 16ê Adarê 2012ê de li Stokholmê li Adolf Fredriks Kyrka şehîdên Helepçeyê bi bîr anî. Di merasimê de nûnerên partiyên kurd û Swêdî bêşdar bûn axaftin. Girseyekî mezin Kurd bêşdarî civînê bûn. Film hat nişandan, Feriborz bi bilûra û Rekes bi tambura xwe muzika matemî sitirîn û ji aliyê bêşdarvanan ve mûm hatin vexistin.

Program ji aliyê Kurdo Baksî û şanogerê Ingela Karlson hat birêvebirin. Piştî deqîqeyek rawestandin ji bona şehîdên Helepçeyê li ser navê FKKSê seroka wê Şermîn Bozarslan, Nunerê Hukmeta Herêma Kurdistanê li Skandinavyayê Kerish Khola, li ser navê Hevkariya Hêzên Kurd û Kurdistanê li Swêdê Zagros Kosrevî, Serokê Berê yê Partiya Çep Lars Ohly, Wezîra Yekîtiya Ewrûpayê ya Hukmeta Swêdê Brigitta Ohlsson, Sekretera Partiya Sosyaldemokrat Carin Jemtin, Hevseroka Partiya Hawidor Asa Ramson axaftin. Nivîskar Ann-Catrin Emanuelsson beşek ji kitêba xwe li ser Helepçeyê xwend û şanoger Ingela Kalsson starenek li ser aştiyê ji bona şehîdên Helepçeyê stirî.

Seroka FKKSê Şermin Bozarslan di axaftina xwe de daxwaz kir ku 16 adarê bibe rojek navnetewî li hember bikaranîna çekên kimyevî û enfal wek komkûjî bê nasandin. Herweha axafärän din li ser karesata Helepçeyê sekinin, piştgiriya ji gelê kurd re anîn zimên.

Li Parlamenetoya Swêdê bîranîna Helepçe
Herweha di 15ê Adarê de jî, li Parlamentoya Swêdê bîranîna şehîdên Halepçeyê ji aliyê Hevkariya Parlamenteran Kurdistan - Swêd bi Hevkariya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê civîneka bîranînê hat lidarxistin Di bîranînê de serokê Hevkariya Parlamenteran Kurdistan/Swêd Fredrik Malm daqîqeyek bi rêzgirtina şehîdan û pêxistina mûm bîranîne vekir. Seroka FKKSê Şermin Bozarslan axaft û daxwaz kir ku 16 adarê bibe rojek navnetewî li hember bikaranîna çekên kimyevî û enfal wek komkûjî bê nasandin.

Li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Herish Khola, li ser navê Hevkarî ya hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanê Şefik Kaya axaftin.

Di dawîyê de Parlamentera ji Sosya Demokratan Anna Lena Sörensson axaft, bahsa gera grûba parlamenteran bo Kurdistanê kir û serpêhatiyên xwe ji Halepçeyê bi beşdaran parve kir.

Grûba parlamenteran soz dan ku dê her sal li Parlamentoyê Swêdê bo şehîdên Halepçeyê bîranîn amade bikin.