|
Sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên erdhejê re dixwazin! |
|
2020-01-27 11:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di saet 20.55ê roja 24.01.2020an de li Bakurê Kurdistanê, ku navenda wê navçeya Sîvrîce ya bajarê Xarpêtê û Meletiyê bû erdhejeke bi şîdeta 6.8an çêbû. Erdhêj li gelek bajarên din hatiye hîskirin.
Li Xarpêt û Meletiyê 21 kes jîyana xwe ji dest dane, bi dehan kes di bin xaniyên rûxandinî de mane û bi sedan kes jî birîndar in; tirs heye ku hêjmara qurbaniyan zêdetir bibin. Em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên erdhejê re û şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Bila serê gelê Kurd sax be. 25.01.2020 FKKS |
|
|