|
Sersaxî ji bo malbatên qurbanîyan yên erdhêjê |
|
2017-11-13 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) sersaxîya xwe radigihîne ji bo malbatên qurbanîyan û Hukimeta Herêma Kurdistanê û şîfaya xêrê ji birîndarên erdhêjê re dixwaze. Serê gelê Kurdistanê sax be.
Di şeva 12ê Mijdara 2017ê de li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê erdehejeka di pêleya 7.3 richterê de qewimî û li gelek bajarên perçeyên din yên Kurdistanê jî ev erdhêj hatîye hîs kirin.
Li gor agahîyan di erdhêjê de li Rojhilata Kurdistanê(navçeya Kirmanşanê) zêdetir 330 kes canê xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne û li başûrê Kurdistanê ji 7 kes mirine û bi sedan birîndar hene. 13.11.2017 FKKS
|
|
|