Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
”Em dixwazin modela Federasyona Swêdê bibe model ji bo hemû welatan”
2018-08-08 10:00
fkks
info@fkks.se






Di 4-08-2018ê de li paytaxta Komara Rûsya li Moskovayê konferansa bi navê ”Pirsgirêkên civakî-sîyasî yên diyasporayên kurdan di cihana nûdemê da: pêşketin û pêrspêktîvên wê” hat lidarxistin.

Nûnerên diyasporayên kurdan ji welatên Hevalbendîya Dewletên Serbixwe (HDS) û Ewrûpayê, herwiha mêvanên ji Herêma Kurdistanê, Tirkîyê û Kurdistana Bakur û welatên herêmê yên din tevî xebata konferansê bûn



Axaftina Serokê FKKSÊ Keya Izol di konferansê de;

”Em dixwazin modela Federasyona Swêdê bibe model ji bo hemû welatan”

Serokatiya Konferansê, nûnerê Cenabê Mesud Barzanî, nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê,
Nûnerên rêxistinên civakî û sîyasî,

Beşdarên giranbiha, xûşk û birayên hêja.
Bi navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê,
silavên xwe yên germ pêşkeşî we teva dikim., daxwaza serketinê dikim.

Konferensa me ya îro di 4-mîn salvegera komkujîya Şengalê û 35-mîn tevkujîya Enfalê de pêk tê, em hemû qurbanîyan bi rêz û giramî bibîr tînin, rejîma Seddam û barbarên Daîşê careka din bi tundî rûreş dikin.

Herdu qetlîamên li hember gelê kurd yek ji qirêjtirîn rûpela tarî ya dîroka mirovayîyê ye û dilê her kurdekî de herdem dê wek birîneke kûr bimîne. Wek Dersim, wek Koçgirî, Nisêbin, Şirnex, Cizîr, Sûr û Efrîn.

Beşdarên giranbiha,
Sed û sê sal berê jî, wê carê bi destê tirkan qetlîamek mezin çêbûbû. Bi sedhezaran kurdên êzidî derbeder bûbûn û welatê xwe terikandibûn. Em îro mêvanê wan in. Wek em tev îro li vê salonê, li Moskovayê dibînin û şahid in ku netewa kurd bi kuştin û qirkirinê tu car xelas nabe, bieks em bi hemû rengên xwe yên netewî li vê derê ne û hetta welatê bav û kalan rizgar be em ê bêwestan têkoşîna xwe dom bikin. Tu qewwet êdî nikare vê meşa pîroz û dîrokî bide sekinandin.

Konferensa îro gelek girîng e jiber ku nûnerên rêxistinên civakî yên kurdên Diaspora li vê salonê beşdar in û amade ne ku hevkarîya nav xweyî hîn bi hêztir bike.

Federasyona kurdên Swêdê yek ji wan girîngtirîn destkeftîyên kurdên Diaspora ye. 36 sal in bi xebata, çalakî û hebûna xwe baweriyeka xurt daye kurdan û bûye nimûne jibo hemû kurdên Diaspora li derveyî welat.

Pêwîst nake dûr û dirêj bahs bikim. Berhem û fêkîyên xebata Federasyona Swêd hişti ye ku îro em li welatê Swêdê bûne xwedîyê lobîyeka gelek xurt, xort û keçên me di hemû beşên civakî de ji bo paşeroja komelgehê kurdan hêvîyek mezin didin me.

Helbet xebatek wiha ne asan bû. Bi salan û bi beşdarîy bi sedan û hezaran endamên komelgahê kurdên Swêdê hat ava kirin.

Em dixwazin modela Federasyona Swêdê bibe model ji bo hemû welatan. Hemû beşên Kurdistanê, hemû ol, zarava û rengên Kurdistanê di bin sîwaneka netewî de yekîtiya xwe pêk bînin.

Da ku di rojên tarî û xirab da, li hember dagîr û zordestiyê, li hember metirsiyên qetlîamên nû, em bihev re bin, xurttir bin û deng û hawara xwe bigîhînin cîhanê.

Ev armanca me ya sereke ye.
Ji bo vê armancê daxwaz û hêvîyên me ji Cenabê Serok Mesud Barzanî, ji Serokwezîrê Hukumeta Herêma Kurdistanê hene. Yek ji wan piştgirîyeka xurt bidin vê xebatê û herweha li Hewlêrê jibo alîkariya rewenda kurdên derveyî welat navendeka fermî were ava kirin. Herweha bi beşdarîya rêxistinên kurdên Diaspora konferansek navnetewî organize bikin.

Bi van gotinan ez silav û hêvîyên xwe pêşkeşî we teva dikim.
Bijî Kurd û Kurdistan