Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Kongera FKKSê ya 28 mîn li dar ket
2018-05-21 13:00
fkks
info@fkks.se





Kongera FKKSê ya 28 mîn li dar ket; di destûrê de hinek guhartin çêbûn!

Kongreya 28-mîn a FKKSê di 19.05.2018ê de li Stockholm Kista Träffê li dar ket. Ji 21 komeleyên endam 86 nûner; berpirsiyar û nûnerên partîyên Swêdî û nûnerên partîyên ji çar perçeyên Kurdistanê li Swêdê bêşdarî kongreyê bûn.

Berpirsê KDP-Iraq yê derve Hoshyar Siwaily, Nûnertîya Hukimeta Herêma Kurdistanê li Swêdê û Berpirsê Hevkarîya Hêzên Kurd û Kurdistanê li Swêdê û Ji partîyên Swêdî nûnerên Moderaterna, Vänsterpartiet, Liberal û Socialdemokrat bêşdarê kongeryê bûn û peyamên xwe xwendin.

Serokê FKKSê Keya Îzol bi Swêdî û Kurdî xebata du salên Federasyonê pêşkeşê kongreyê kir. Axaftina wî ji alîyê beşdarvanan teqdîr wergirt.

Li ser destûra FKKSê guftugo hatin kirin. Di destûrê de hinek guheratin çêbûn û pêşnîyarîya ku di hejmara organên FKKSê guhertin bên kirin hat qebûlkirin; hejmara KK ji 9 kesî daket 7 kes û 2 cîgir û KG jî ji 11 kesî daket 9 kes û du cîgir.
Pêşnîyazîya ku di KK de cîgirserokê FKKSê hebe, bi piranîya dengan nehat pejijardin.

Piştî guftugoyên li ser raporên xebatê û aborî, ji bo organên FKKSê hilbijartin çêbû. Ji bo Komîteya Karger Keya Îzol, Berzan Koçkaya, Evîn Mihemed, Cotyar Şerîf, Mardin Hêja Baban, Kovan Amedî, Mehdî Akreyî, Ciwan Baksî, Kerim Sileyman û Bilal Gorgu hatin hilbajartin.

FKKSê dê di civîna xwe ya yekem de, erkên endamên KK parve bike û serok, sekreter, berpirsê Aborî hilbijêre.