|
FKKS bi Federasyona Neteweyên Yekbûyî ya Swêdê re li Newyorkê serdana Qerergeha Navendî ya NY dike |
|
2018-11-05 11:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
FKKS bi Federasyona Neteweyên Yekbûyî ya Swêdê re li Newyorkê serdana Qerergeha Navendî ya NY dike
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) Keya Îzol bi Federasyona Neteweyên Yekbûyî ya Swêdê (Svenska FN-Förbundet) di 4ê Mijdarê serdana Newyorkê dike.
Serdan di 5ê Mijdarê de dest pê dike û di 9ê Mijdarê de dawî dibe. Serdan di çerçeweya programa perwerdeyîyê de ye û di serdanê de serok û berpirsên 14 federasyonên endamên Svenska FN-Förbundet cî digrin. Ew ê li Newyorkê serdana navenda Qerergeha NY û dezgeyan ku di bin şemsîyeya NYê de kar dikin, bikin.
Federasyona Neteweyên Yekbûyî ya Swêdê(Svenska FN-Förbundet) di sala 1957ê de hatîye damezirandin û li seranserê Swêdê zêdetir 100 komeleyên wê û nêzî 30 herêmên wê hene. Federasyona NY ya Swêdê ji 3 salan carek kongeya xwe di meha Hezîranê de li dar dixe. FKKS di 2015ê bûye endama wê. |
|
|