Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Komeleya Kurd a Spångayê 25 saliya xwe pîroz kir
2011-11-29 11:00
fkks
info@fkks.se









Di 27ê Çiriya Paşîn a 2011î de Komeleya Kurd li Spanga û radyoya wê Radyoya Aştî, li Stockholmê 25 saliya xwe bi cîvîn û şahiyeke pîroz kir.

Moderatorê civînê Kurdo Baksî kir, seroka Federayona Komeleyên Kurdistanê Şermîn Bozarslanê jî derbarê xebat û çalakiyên Federasyonê û komeleya Spongayê da agahî da. Wezirê Întegrasyonê Erik Ullenhaag di civînê de li ser pirs ûpirsegirekên integrasyonê agahî da û piştgiriya xwe bi têkoşîna kurdan ya ji bo azadiyê ra diyar kir. Parlamenterê Partiya Gel (FP) Ismail Kamil jî di civênê de axaft.

Komikerên kurd Oz Nûjen, Nişîtî ku di civata swêd da biser ketine û hatine ciyên gelkî baş, qala hestên xwe kirin.

Sosyolog Osman Aytar, Dr. Husênê Xaliqî û Hemîd Newroz li ser rewş û dîroka kurdên li Swêd û xebata komelayetî rawstiyan û hin analîz û pêşniyar kirin.

Osman Aytar got, li Swêd di nava xerîban da gurûba herî bêtir çalak, entegre bûye û pir serketiye kurd in.
Beyto Can, Armanc, Kemal Gorgu û Baha Sexo bi deng xwe şahiyê geş kirin.