Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Komeleya Kulturî ya Kurdistanê li Eskilstuna kongreya xwe li dar xist!
2016-01-17 18:00
fkks
info@fkks.se










Di 16.01.2016ê de Komeleya Kulturî ya Kurdistanê li Eskilstuna kongreya xwe xwe ya asayî li lokalê ABF a Eskilstuna bi girseyî li dar xist.

Li ser navê FKKSê seroka wê Sosin Guven, sekretera wê Pirşeng Tiwana û endamên Komîteya Kargir Mamosta Kerîm û Selam Cizîrî bêşdarê kongreyê bûn.

Piştî tespîtkirina endaman kongre vebû û rojev hate pêşkêş kirin. Piştî pesinandina rojevê, Eziz Aliş, Sailh Qeytulî û Dilşa Yusif ji bo diwanê hatin hilbijartin.

Kongre bi deqiqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanê û xwendina Sirûdê Neteweyî Ey Reqib dest bi xebata xwe kir.

Seroka FKKS di gotara xwe da behsa rewşa FKKSê û çalakîyên we yên girîng kir. Her weha ew li ser rewşa aktuel Kurdistanê axivî û behsa biryara referandoma ku di rojeva başûrê Kurdistanê de ye kir û got; ” Divê em wek dezgehêk sivîl bi hemû hêza xwe bibin palpişt jibo serkeftina referanduma ji bo serxwebûna Kurdistanê û hemû bi Komlelê û endamên xwe re û bi hemû hêza xwe piştgîrîyek xwirt di qada Swêd û Ewrûpa bidîn peydakirin. Û ji niha ve ji bo vî karê programek amade bikin.

Kongre bi xwendina raporan berdewam kir. Rapora giştî Ji aliyê Serokê komelê Rêzan Mistefa ve hate pêşkêş kirin. Rapora Aborî ji aliyê Firad Nemrûd ve hate xwendin. Lê gor raporê di hesabê wan 400 000 hezar kron heye.

Rapora Revisor ji aliyê Hazim Kurde ve hat pêşkêşkirin. Piştî giftûgoyên li ser raporan Komîteya Çavdêr rapora xwe xwend û li ser nave komîteya çavdêr daxwaz ji nûnerên kongrê hate kirin ku komîteya karger a berê ji karê û barên xwe bihên azadkirin. Komîteya Karger bi yekdengî hat pesend kirin.
Herweha du ciwanên li ser kar û xebatên ciwanên komelê axifin. Kongrê bjiryar girt ku çavnêrinêk li ser destûra komelê bihê kirin û di kongreya 2016ê de vê minaqeşe bike.

Li gor destûra FKKS û li gor endamên komelê, mafê wê yê pênc nûneran heye ku beşdarê kongreya FKKSê bibe. Biryar hat girtin ku Komîteya Karger di nav xwe da pênc nûneran hilbijêre.

Kongre organên nû hilbijart.

Ji bo Komîteya Karger 7 eslî û dû cigir hatin hilbijartin:

Komîteya Karger:

1) Rêzan Mistefa
2) Firat Nemrud
3) Emîr Bekir
4) Dilşa Yusif
5) Esrar Hemed
6) Murad
7) Azad Seferî
Cigir:
1) Barzan Sêrwan
2) Jinda Bekir


Komîteya Revisor:

1) Reşîd Azaro
2) Abidin Alkoyun
3) Hazim Kurde

Komîta Rawêj

1) Salih Qeytûlî
2) Abdullah Kerîm

Seroka FKKSê Sosin Guven jibo karên serkeftî yên Komîteya Kargir a komeleyê du pirtûk dîyarîyê Serokê Komelê Rêzan Mistefa kir. Rêzan Mistefa jî li ser navê Komelê qevdik gul radestî Seroka FKKSê kir.
Amadekar: Sewket Berwarî û Selam Cizîrî