Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Serdana serokê SIOSê bo FKKSê
2015-12-21 12:00
fkks
info@fkks.se







Di 19.12.2015ê de, Serokê SIOSê (Organa Hevkarîya Rêxistinên Biyanîyan li Swêdê) Amadeu Batel (Serokê Federasyona Komeleyên Portekîzê ye) li gel wefdek seredana FKKS (Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê) kir.

Seroka FKKS Sosin Guven xêrhatinek germ li mêvanan da û xweşhalîya xwe ji bo ve seredanê da. Endamên KK yên FKKSê Pirşeng Twana, Berzan Koçkaya, Mamoste Kerîm û Selam Cizîrî jî di civînê de amede bûn.

Seroka FKKSê agahî li ser FKKSê û giringîya karên hevbeş yên SIOS û FKKS da. Serokê SIOSê agahî li ser projeya ku destpêkirine çawa li dijî rasîzmê û dijminatîya biyanîyan bê rawestin da ku di van salên dawîyê de li Swêdê bandora xwe zêdetir kiriye.

Seroka FKKSê pirtûka bi navê Kurdistan Tour Guide a ji alîyê Generalê Amerikî yê berê û serokê Komeleya Dostanîya Amerika û Kurdistanê Harry Schute ve hatiye nivisandin, dîyarîyê Serokê SIOSê kir.

SIOS
SIOS (Organa Hevkarîya Rêxistinên Biyanîyan li Swêdê) ji 21 Federasyonên biyanîyan pêk tê û damezirandina wê digihîje sala 1973ê. SIOS di derheqê pirsên biyanîyan yên hevbes (Bo nimûne; mafê kar, penaberîyê, siyaseta întegrasyonê, û hwd) de, berdevkîya helwestên van rêxistinan yên hevbeş dike. Ji salê carekê, kongreya xwe çêdike û her ji salekê carekê, federasyoneke biyanî ya endama SIOSê, bi dorê dibe seroka SIOSê.
FKKS ji sala 1996an ve endama SIOSê ya esil e.