|
Şengal karesatekî neteweyî ye! |
|
2014-08-07 01:00 |
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê |
info@fkks.se |
|
Dema ku Hukmeta Herêma Kurdistanê ji bo serxwebûna Kurdistanê bi biryara refarandûmê mijûl dibû, Kurdên Êzîdî li navçeyên Şengalê û Zumarê herwisa Kristian û Şebek li navçeyên Tilkêf u Qereqoş tûşî êrîşêka dijwar a terorîstên DAIŞê bûn; li gor nûçeyên ku ji herêmê tên bi sedan kes hatine kuştin bi hezaran navçeyê terk kirine; kiryarên ku îro li navçeyê rûdaye karesatekî mirovahî, civakî û neteweyî ye ku jîyana hezaran însanan-jin û zarok- alaqeder dike û ew di bin xeterîya mirinê de ne.
Kiryarên ku îro li navçeyê rûdaye karesatekî mirovahî, civakî û neteweyî ye ku jîyana hezar jin û zarok alaqeder dike û ew di bin xeterîya mirinê de ne.
FKKS destxweşî li pêşmerge dike ku ew li dijî terorsîtên DAIŞ di sîperan de ne û di heman wextê de kiryarên terostane şermezar û riswa dike, daxwaz li Seroktîya Herêma Kurdistanê, li Parlamen û Hikmeta Herêma Kurdistanê, hemû alîyên sîyasîyên Kurdistanê û dezgehên navxweyî û navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dike ku zûtirîn çareserîyek ji vê trajedîyê re bibînin û bi taybet ji bo wan koçberên çiyayên Şengalê ku terka cî û warên xwe kirine û bê nan û av jiyana xwe di bin xeterîyê de didomînin.
Herweha FKKS serxsaxî û tazîyên xwe ji malbatên ku jiyana xwe ji dest dane re dişîne, ji birîndaran re şîfa xêrê daxwaz dike.
Bimre terorîstanê DAIŞ Bijî Kurdistan
6.08.2014 Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
|
|
|