Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Serokê KADEPê Şerafettîn Elçî wefat kir
2012-12-25 22:00
fkks
info@fkks.se


Serokê Partiya Bêşdar a Demokrasiyê –KADEP- û parlamenterê serbixwe yê Diyarbekirê Şerafettin Elçî ji ber nexweşiya xwe ya kanserê di 25.12.2012ê de li Enqereyê wefat kir.

Bi wefata Şerafettîn Elçî miletê kurd û siyaseta kurd kadroyekî xwe yê siyasî yê hêja ku ev ji nîv-asir zêdetir e di nav siyasetê de ye wenda kir.

Em Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) bi tevî hemû komeleyên xwe yên endam bi wefata wî xemgînin; bila serî malabata wî, bila serê rêvebir û endamê KADEPê û serê gelê kurd sax be.

25.12. 2012
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê


Şerafettin Elçî
14.03.1938- 25.12.2012

Şerafettîn Elçî di 14ê Adara 1938ê Li Cizîrê hat dinê. Mekteba seratayî û navîn li Cizîrê, Lîsê li Mêrdînê û Faqûlteya Huqiqî li Anqerê xelas kir. Di dema uniwersiteyê de di Dawaya 49 an de hat darizandin.

Di 11ê Tîrmeha 1965ê de yek ji damezrînerê Partiya Demokrat a Kurdistan/-Tirkiyê bû. Di 12ê Adara 1971ê de di doza PDKT de li Diyarbekirê hat darizandin û 8 meh di hefsê de ma.

Di 5ê Hezîrana 1977ê de di hilbijartina giştî de di partiya AP a Demirel de bû wekil û dawiyê bi grûbek ji Partiyê veqetiya û derbasî partiya CHPê ya Ecewît bû û di hukmeta Ecewît de bû Wezîrê Avakirinê(Bayindirlikê). Di dema wezîrtiya xwe de beyan da got ku; li Tirkiyeyê Kurd hene, ez jî kurd im.

Ji ber vê beyana xwe piştî darbeya 12ê Îlona 1980ê de hat darizandin û li Mahkemeya Anqerê a Orfî de 2 sal û 3 meh ceza wergirt û ji siyasetê hat men kirin.

1992ê de tevî grûbek kurd ku ji 98 kesan pêk dihat, Waqfa Kultur û lêkolîna Kurd(Kurd-Kav) damezirand û seroktiya Weqfê kir. Di dîroka Cumhuriyetê de ev cara pêşîn bû ku bi navê Kurd weqfekê hatibû damizarandin.

Di 1994ê de tevî gûbek hevalê xwe Platforma Demokratîk a Kurd damezirand û di 3ê Çileya Paşîn a 1997ê de ev platform bû Partiya Kitlewî ya Demokrat û ew jî bû serokê Partiyê. Partî ji aliyê Mahmeya Makezakonî ve di 26ê Sibata 1999ê de hat girtin.

Di 19ê Çileya Pêşîn a 2006ê de bi navê Partiya Bêşdar a Demokrasiyê –KADEP partiyek ava kir û bû serokê wê.

Di hilbijartina 12ê Hezîrana 2011î de di listeya Ked, Azadî û Demokrasiyê de li Diyarbekirê nemzetê serbixwe hat hilbijartin.
Şerafettîn Elçî bavê 7 zarokan bû.