Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Li Stockholmê civîna li ser xebata arşîva kurdî
2013-02-18 20:00
fkks
info@fkks.se




Li Stockholmê civîna li ser xebata arşîva kurdî

Di 17ê sibata 2013an de, li Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî bi amadekariya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê ji aliyê birêz Riat Sefalî ve civîneke agahdariyê li ser xebata "Arşîva Kurdî" ya ku di malpera Platforma Neteweyî (www.netewe.com) de tê belav kirin, hate çêkirin.

Civîn bi bixêrhatina mêvanan û agahdariyek kurt ji aliyê berpirsiyarê Kitêbxaneya Kurdî birêz Newzad Hirorî ve hate vekirin. Bi dûre jî birêz Rifat Sefalî bi kurtayî agahdariyên li ser vê xebatê pêşkêşî beşdaran kir.

Li gor van aghdariyan:
1) 161 kovar, 2437 hejmar van kovaran û 91 329 rûpelên van hejmaran hatine digitalîzekirin û weşandin.

2) 79 kitêbên kurdî, 43 kitêbên bi tirkî, 22 kitêbên flemanî, 6 kitêbên bi fransî, 1 kitêb jî bi almanî li ser hevdu 27 231 rûpel hatine digitalîze kirin û piraniya wan hatine weşandin.

3) 83 Belge 4968 rûpel hatine dîgitalîze kirin û gelek belge û wesîqe jî li ber destan in ku bê amade kirin.

Heta niha li ser hevdu 123 409 rûpel kovar, kitêb û belge hatine digîtalîze kirin û piraniya wan di malperê de hatine weşandin.

Kurdistan TV û hejmarek zêde nivîskar, mamoste, rojnameger, lêkolînvan û kesên bi taybetî înterese dikirin beşdarî civînê bûn. Beşdarên civînê eleqeyek mezin nîşan dan. Di beşê pirs û danûstendinê de gelek beşdarên civînê ji bo xurtkirin, berfirehkirin û geşkirina vê xebatê bi dilsozî diyar kirin ku çi ji destên wan bên, ew dê texsîr nekin û piştgiriya vê xebatê bikin.

Desteya xebata Arşîva Kurdî ya malpera Platforma Neteweyî jî diyar kirin ku yek ji armanca vê civînê jî ew e ku nerîn û pêşniyarên beşdaran bigrin. Herweha wan diyar kirin ku ew dê bi hûrgilî wan nerîn û pêşniyran bidin ber çavan da ku bi alîkariya hemû nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan û dildarên ziman û kultura kurdî vê xebatê berfirehtir û dewlementir bikin.

Piştî civînê seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Şermîn Bozarslan bi plaketek taybetî birêz Rifat Sefalî pîroz kir û li ser navê Federasyon û Kitêbxaneyê serkeftina vê xebatê xwest.

Em weke malpera Platforma Neteweyî bi dilgermî spasiyên xwe pêşkêşî Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê û hemû alîgir û beşdarên civînê dikin.

Platforma Netweyî wê di rojên pêşiya me de bi danasînek taybetî raya giştî ji vê xebatê û pêwîstiyên ji bo berfirehkirin û dewlemendkirina vê xebatê agahdar bike.

Platforma Neteweyî
www.netewe.com