|
Serdana berpirsê Buroya Serok Mesûd Barzanî û şanda PDK ji bo Federasyonê |
|
2020-08-17 09:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Serdana berpirsê Buroya Serok Mesûd Barzanî û şanda PDK ji bo Federasyonê
Di roja Duşemiyê 2020-08-10 demjimêr 19:00an de serokê Buroya Serok Mesûd Barzanî kekê Tahir Hewramî di gel şanda Partiya Demokirata Kurdistan (PDK) serdana bingeha Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Stockhomê kirin.
Rêzdar Tahir Hewramî û nunerên PDK di gel pîroz kirina 29mîn Kongireya Federasionê pîrozbayi li Komîteya nû ya Federasiyonê û serokê nû Kovan Amedî kirin û dawxaziya sederkevtinê bo kar û xebat û pêşeroja Federasiyonê kirin.
Rêzdar Tahir Hewramî silaw û piştewaniya Serok Mesûd Barzanî pêşkêş kirin û dan zanîn ku ew di gel PDK wê hertim alîkar û piştevanê Federasiyonê bin.
Rêzdar Tahir Hewramî tekez kir ku karê Federasiyonê wek saziyek medenî û demokiratîk dibe serbixwe û bê alî were meşandin û partî û saziyên siyasî nabe ku dest têveradanê di karê Federasiyonê de hebin û da xwuya krin ku PDK û rekxistinên dewletî yên Başûr wê xwe li wî karî biparêzin û serveriya Federasioynê re rêz bigirin.
Tahir Hewrami hervisa giranî da ser xebat û çalakiyên Federasioynê di barê perwerde, çîna gencan û tekilyên xort di gel civaka Kurdî li Swêdê u komiteyen ser be Federasiyonê li welatê Swêdê re.
Herwisa nûnerên PDK kak Havzila û kak Qadir jî piştgîriya PDK ji bo Federasiyonê re ragahindin û di gel pêşniyar û gotinen dewlemend Federasiyonê re dawxaza serkevtinê kirin.
Ji aliyê Serokê Federasiyonê we Kekê Kovan Amdedî û endamê Komîteya Kargêr yên beşdar we jî sipasî û xêrhatina mêvanan kirin û pilan û bernameyên pêşîka Federasiyonê di gel van par vekirin. Hevdîtin li demjimê 21:00 de bi dawî hat.
Federasiyona Komeleyên Kurdistanê sipasiya rêzadar Tahir Hewramî, Serok Mesûd Barzanî û şanda PDK dike û bi serdan wan re keyfxweş bû. |
|
|