|
Peyama FKKS´ê bo erdheja Îzmîr´ê |
|
2020-10-31 16:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di roja 30.10.2020´an da li Tirkiyê li bajarê Îzmîr´ê erdhejek bi hêz rûda.
li gor agahdariyên ku hatine belavkirin, ji 20 zêdetir mirî û 800 zêdetir bîrîndar hene.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, ji miriyan ra rehma xwedê û ji birîndaran ra jî silametiyên bi lez dixwaze.
Bila serê malbat û kes û karên kesên ku canê xwe ji dest danê sax be. Sebir û silametiyê ji malbatên wan ra dixwazin.
FKKS Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd
|
|
|