Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
DEWLETBÛN MAFÊ HERÎ REWA YÊ KURDAN E!
2020-12-29 08:00
FKKS
fkks@info.se
Di dema ku Kurd pêvîstiya wan bi yekitî û hevkariyê heye, erîşên hin kesên derdora PKK´ê li dijî Mamoste Îsmaîl Beşîkçî ne ji xêrê ra ye.

Mamoste Îsmaîl Beşîkçî wek rewşenbîr, nivîskar û Kurdologek, hemû jiyana xwe daye doza azadiya Kurdistanê. Ji aliyê dewleta Tirkiyê ve ji bo fikrên wî doz lê hatiye vekirin, bi salan di zîndanan da maye.

Mamoste Beşîkçî, di rewşên herî giran da li dijî erîşên dewleta Tirkiyê, piştgiriya xwe bo kadirên PKK´ê nîşan daye ku ji bo wî jî gelek teada lê hatiye kirin.

Gelo çima derdorên PKK´ê erîşê kesayetiyek wek Mamoste Îsmaîl Beşîkçî dikin!

Mamoste Îsmaîl Beşîkçî dibêje: ”Dewletbûn mafê Kurda ye û pêvîste Kurd bibin dewlet.” her usa li siyaseta PKK´ê ya li ser Başûrê Kurdistanê rexne digrê û dibêje: ” Divê PKK rêz li serweriya Hukumet û Parlamena Başûrê Kurdistanê bigrê.” Di daxwazê birêz Mamoste Îsmaîl Beşîkçî da tu nakokîyek tune ye. Beşîkçî, daxwaza dilê her Kurdek netewî û nîştîmanperwer tîne ziman.

Ji aliyê PKK´ê ve nexwestina dewletbûna Kurdistanê û sistemek federaliya Kurdistanê, heta hedekî tê fahimkirin. Lê dijayetiya statuyek Federalî û dewletbûna Kurdistanê nayê Fahimkirin û nayê qebûlkirin jî. Dewletbûn ji bo milletek mafê herî xwezayî ye. Ev yeka ji bo Kurdan jî mafekî herî rewa ye.

Eger PKK û derdorên PKK´ê bixwazin xêrek ji bo Kurd û Kurdistanê bikin, baştirîn tişt bo wan ewe ku metodên xwe yên ne xêrxwaz bigorînin. Bi hemû partî, dezgeh û kesayetiyên Kurd û dostên Kurdan ra pêyvendiyên xwe aşîtiyane be.

Ji bo çareseriya pirsên navxweyî jî, divê li ser esasên berjevendiyên netewî û niştîmanî, bi riya dîyalogê ve li çareseriyê bigere.

Rêzdar Îsmaîl Beşîkçî, hêjayîyek me Kurdistaniyan e. Erîşên li dijî wî nayê qebûlkirin.

Kovan Amedî
Serokê FKKS´ê
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd