Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Stockholm: Kurd li kolanan meşîyan
2017-10-23 11:00
fkks
info@fkks.se



Îro (21.10.2017) li meydana Sergelê ya Stockholmê ya paytaxta Swêdê civîyan û heta Balyozaneya Amerîkayê meşîyan.

Serokê FKKS Keya Izol nameya organîzatorên xwepêşandinê pêşkêşî karmendê Balyozxaneya Amerîkayê kir.




Axaftina Serokê FKKSê Keya Izol

Beşdarên giranbiha,
Careka din em civiyane ji bo ku êrîşên dewletên dagîrker Irak, Iran û Tirkiye şermezar bikin.

Hersê dewletên dagîrker tevî ku bi sedan nakokîyên wan ên herêmî û dîyanetî heye jî li hember destkeftîyên gelê Kurdistanê tfaq pêk anîn û îro li ser navê dewleta Iraqê êrîş li ser axa Kurdistanê dikin.

Ji bo çi êrîş dikin.
Belê ji bo ku kurd bi dengekî piranî biryara xwe da ku dewleta xwe ya netewî ava bike.

Ev hingava dîrokî xewna dagîrkeran revand. Çend roj piştî referandûmê biryara xwe dan ku herêma Kurdistana Başûr bi hemî awayî bifetisînin.Tedbîrên wan yên aborî îro gihaştiye merhaleyeka gelek xeter.

Iraq bi alîkarîya vekirî ya Hasd el Shaabî careka din bajarên Kurdistanê dagîr dikin, bi zulm, zordestî û talana mal û canên kurdan dikin. Komelgehê navdewletî ku di şerê li hember Daeşê pesna qehremanîya kurdan didan îro bêdeng in.
Rêxistina terorê, Hasd el Shabî bi çekên Emerîkî êrîş li kurdan dikin.Ev naye qebûl kirin.

Kurd, mileteke aşîtîxwaz e û zordestî li kesî nekiriye. Bieks bi sed hezaran welatîyên êzidî, xristiyan, ereb, tirkmen li Herêma Kurdistanê star dîtine û bi alîkarîya hêzên kurdan ji destê barbarên Daeşê hatine rizgar kirin. Me şerê dinyayê bi xwîna xort û keçên xwe meşandiye.

Dinya deyndarê me ne. Rojeka weka îro de alîkarîya me nekin wê kengê alîkarîya me bikin wê kengê deynê xwe bidin.

Em wek milet serî li tu hêz yan dagîrkeran natewînin. Em ê heta dawîyê berxwe bidin.
Divê tu ca em hêvîyên xwe yên pêşerojê winda nekin.
Rojên giran û xeter bila morala me xira neke.
Li hundir û derve jî, têra xwe hêza me heye ku em dîfahê miletê xwe bikin.

Hûn dibînin di nav 10 saetan de me d
ikarî bi hezaran kurd û dostên kurdan li Swêdê bicivînin.

Ev hêzeka pir mezin e û tesîr li hemî layan dike.Bawerîya xwe bi hêza xwe bînin.
Em nahêlin dijminên hov welatê me Kurdistanê talan bikin.

Em ê berdewam bin li Swêdê ji bo ku piştgirî bidin gelê xwe.

Bijî berxwedana gelê Kurdistanê.
Bijî Kurd û Kurdistan