Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Serokê FKKSê: "Sonda wan yek e. Dixwazin jîyana me kurdan tarî bikin, hebûna me ji holê rakin"
2016-08-29 11:00
fkks
info@fkks.se



Axaftina serokê FKKSê Keya Izol di bîranîna 70 salîya PDK Iraq


Nûnerên rêxistinên sîyasî, mêvanên hêja, xwişk û birayên giranbiha,

Bi munasebeta damezrandina 70 salîya Parti Demokratê Kurdistana Iraqê, ez li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, germtirîn slavên xwe pêşkeşî we dikim û serketina we dixwazim.

PDK, di bin rêberîya nemir Mustefa Berzanî de, ji damezrandina xwe heta roja îro wek rêxistineke sîyasî, di tekoşîna doza Kurdistanê de roleka sereke listiye, ji bo berjewendîya welatê xwe bi hezaran qurbanî daye, îro jî di qada xebatê de xwedî ciheke gelek girîng e.

Birêzan,
Îro li çar alîyê welatê me şerê germ dom dike. Berê çar devletên dagîrker dijminê gelê Kurdistanê bûn, îro hejmara wan bûye pênc. DAEŞ projeyeke taybet e û li hember berjewendîyên gelê Kurd li Başûr û Rojava hatiye durust kirin, rasterast ji aliyê Tirkiye û şowenîstên ereban ve tê idare kirin. Sonda wan yek e. Dixwazin jîyana me kurdan tarî bikin, hebûna me ji holê rakin.

Li hember ewqas talûkeyên mezin rêxistinên sîyasî li seranserê Kurdistanê nikarîbûne hevkarîyeka sîyasî û leşkerî pêk bînin. Di qada şer de sê, çar hêzên leşkerî yên Kurdan şerê dijmin dikin. Lê di heqîqet de pêwîstîya me bi yek ordî heye ku karibe li hember hovîtîyên dijmin gelê xwe biparêze.

Keç û lawên Kurdistanê fedekar in, qehreman in, ji bo parastina welatê xwe amadene bedelên mezin bidin. Lê pêwîst e, rêxistinên siyasî berpirsiyariya xwe ya netewî bicîh bînin, guh bidin hawara kurdan û zûtirîn wext bawerîyê bidin gelê xwe. Heke tifaqa me ya netewî, dewleta me ya serbixwe hebe, wê tu hêz nikaribe li me zulum bike.

Van salên dawîyê dinya dît ku li hember hebûna kurdan tehdîtên mezin hene û ev milet nikare xwe biparêze. Derfeteka mezin îro ketiye destê kurdan ku êdî dewleta xwe ya netewî û serbixwe damezrîne. Heke em bi xwe asteng nebin, civaka navnetewî dê nebe asteng û bieks wê pistgirîyeke xurt bide dewleteka kurdî.

Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî van salên dawîyê ji bo damezrandina dewleta serbixwe bingeh û piştgiriyeka girîng ya navnetewî amade kiriye, divê em hemû bi awayeka aktîf piştgirîya wê pêvajoyê bikin.

Îro gelê Kurdistanê li hêvîya sê pirsên sereke ne;
Parastina gel û axa Kurdistanê, pêkanîna lihevhatineka netewî di navbera hêzên sîyasî de û damezrandina dewleteka serbixe. Çareserkirina van pirsan dê pêşeroja kurdan tayîn bike. An em ê wek her miletekî dî azad bijîn an jî em ê wek sedsalên dawî di bin bindestîya dewletên dagîrker de bindest bimînin.

PDK I di bidestxistina destkewtiyên neteweyî de, 70 sal, bêwestan û bi berpirsiyariyeke giranbiha xebata xwe anî heta îro. Hêvidar in, ew, ji bo parastin û tekûzkirina van destkewtiyan, ji bo pêkanîna lihevhatineka netewî, ji bo damezrandina dewleteka Kurd dewra xwe bibîne.

Bi van gotinan û bi hêvîya rojên azad, careke din 70 salîya PDK I pîroz dikim silav û rêzê xwe pêşkeşî we hemûyan dikim.

27-08-2016
Keya Izol
Serokê FKKSê