Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Pîrozbayîya Newrozê; ”Kurd navê xwe kola li Qesra Nobelê ya Stockholmê”
2017-03-21 13:00
fkks
info@fkks.se






Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê şahîya Newroza 2017ê di 18ê Adarê de li Stockholmê li Qesra Nobelê pîroz kir. Moderatîya Şeva pîrozbayîya; Mêrdîn Baban, Awere û Jinda kir. Li gel nûnerên partiyên Swêdî, nûnerên rêxisinên siyasî, demokratîk û kesayetî girseyekî mezin bêşdarî pîrozbayîyê bû.

Şahî deqîyeyek bo rêzgirtina şehîdan û bi xwendina peyama serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya pîrozbayîya Newrozê destpêkir. Barzanî di axaftina xwe de bahsa xebata Kurdên dîaspora kir û bi taybet li ser rol û xebata kurdên Swêdê rawestîya û sipasîya xwe pêşkêşî wan kir.

Serokê FKKSê Keya Îzol di axaftina xwe ya bi kurdî û Swêdî debahsa rewşa aktuel a Kurdistanê kir û got; ‘Bala xwe bidin Rojhilata Navîn, heger em bi çira jî bigerin tu dewleteke nabînin ku îhtîram li demokrasîyê û mafê miravan dike. Dewletên ku heyî sed sal in hemû nirxên demokrasî û mirovatîyê bin pê kirin û hovîtîya wan berdewam e û metodên ku bi kar tînin êdî tu pîvan û sînoran nas nake, dixwazin jîyana me kurdan tarî bikin. Tenê îro li rojhilata navîn kurd in; neteweyekê bêdewlet ku bi jîyan û hemû warên xwe ji bo demokrasî û mafê mirovî şer dikin.’

Nûnerê Hukûmeta Herêma Kurdistanê li Swêdê Şoresh Kadir, nûnerê Komîteya Hevkarîya Hêzên Kurd û Kurdistanê li Swêdê Ali Juma, Wezîra Pîyaseya Kar ya Swêdê Ylva Johansson, Serokê Partîya Çep Jonas Sjöstedt, Parlamenterê Partîya Lîberal Fredrik Malm, Serokê Birêvebirina Kulturê ya Şaredarîya Stockholmê Roger Mogert, muhalefeta a Birêvebirina Demokartî ya Şaredarîya Stockholmê Ann Margarethe Livh axifin.

Axafêr piştgirîyên xwe yên xurt nîşanî têkoşîna gelê Kurd û şerê wan yê ji bo azadî, demokrasî û rizagarîyê, dan. Fredrik Malm di axaftina xwe de got; Kurd îro Newroza xwe li Qesra Nobelê ya şarededarîya Stockholmê pîroz dikin; Swêd welatekî demokratîk û pircurayî ye; welatê Kurdan Kurdistan jî welatekî pircureyî ye û ew bawer dike di demê kin de ew ê bibe dewletekî serbixwe û bi demokrasîya xwe pircureyîya xwe bibe nimûneyaka rojhilata navîn. Herweha wî heyranîya xwe ji strana Ciwan Heco ya ”Min navê xwe kola li burcên Diyarbekir” re bilêv kir û sitrîya, ji temeşevanan çepikên mezin wergirt. Kurdên Swêdê jî bi pîrozkirina Newrozê li Şaredarîya Stockholmê navê xwe li Qesra Nebolê kolandin.

Folklora Komciwan bi govenda xwe ya ji bajerên Kurdistanê û bi ahenga def û zirnê şevê geş kir, mêvanan kêfxweş kir; ji bêşdaran teqdîr wergirt. Hunermenda dengxweş a Kerkukî Chopî Fettah bi stranên xwe yên folklorîk reng da pîrozbayîya Newrozê û girseyî rakir govendê. Xwişkên Şahin bi stranên xwe yên kirmancki/zazakî, cûdayiyêk taybet da şevahengê, Ciwan Haco bi stranên xwe yên herdemî, Lila Namo bi hippopa xwe û birayên Bahoz û Baran bi starênên xwe hitabê ciwanan kirin.

Di dîroka Kurdên Swêdê de ev cara pêşîn e ku pîrozbayîya Newrozê li Şaredarîya Stockholmê di Qesra Nobelê de dihê pîroz kirin; jê re organîzasyoneka bi rêk û pêk pêwîst bû û ev herçiqas ji bo komeleyekê demokratîk zahmet û bi kulfet bû jî; FKKS bi saya tercubeya xwe ya 35 salî li gorî bêşdarvanan şevagengeka xweş li dar xist.