Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Ji bo Komxebata Kongreya Giştî ya PAKê
2017-05-12 11:00
fkks
info@fkks.se


Ji bo Komxebata Kongreya Giştî ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

Sipas, ji bo nameya we ya vexendinê! Li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê silavên xwe pêşkeşî we dikim û di komxebata we de serfirazî dixwazim.

Heval û dostên hêja;
Komxebata kongreya we ya giştî di pêvajoyek dijwar de li dar dikeve; bakurê Kurdistan û Tirkiyê di bin rewşa awarte de dijîn. Hukimeta Tirkiyê bi saya mizakereyên berendambûna xwe ya Yekîtiya Ewrûpayê re çerçeweya demokrasîya xwe firehtir kiribû û partîyên yasayî yê bi navê Kurdistanê hatin avakirin. Xebat û sîyaseta PAKê ya sê salan; perspektîfa wê ya di derbarê perçeyên din yên Kurdistanê û di warê yekîtî û têkilîyên di navbera hêzên kurd û Kurdistanê de şeyanê teqdîrê ye.

Îro, hikumeta Tirkiyê berê xwe ji Ewrûpayê vegerandîye ber bi rejimeke diktatorîyê ve diçe; li temame Tirkiyê û bi taybet li Kurdistanê demokrasî, mafê mirovî, edalet, hiqûq berhewa ye, azadîya fikrî nemaye; meş, protesto, xwepêşandin, civînên çapemenî hatine qedexekirin; weşan û malper tên girtin, girtîgeh bi rojnamevan û siyasetmedaran re dagirtîye; îlankirina herêmên yasax, operasîyon, kuştin, girtin, hepis û miameleya nebaş bûye parçeyekê rojane ya jiyanê; milet li hember bûyaran laqayit dimîne; civat bi temamî di bin tirs û xofa dewletê de ye. Di şertên weha de komxebata we li dilê Kurdistanê li Amedê dicive; ew bi serê xwe layiqê pesnê ye. Pîroz be!

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê di wê bawerîyê de ye ku mafên kolektîfî bi xebata kolektifî û rêxistinî tê bidestxistin. Çiqas civata me bi rêxistin be û rêxistinên me xurt bin û di navbera wan de hevkarî, yekîtî û tifaq hebe ev karê kurdên diaspora jî hêsantir dike û rê ji wan re vedike ku ew bihevre tevbigerin û di warî diplomasiyê de gavên hevpar bavêjin.

Bi vê hêvîyê careke din ez komxebata kongreya we ya giştî pîroz dikim û ji organên nû yên bên hilbijartin re serkeftinê dixwazim.
7.05.2017
Keya Izol