Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Konferansa ”Turkiyê ber bi ku ve diçe”
2017-08-14 13:00
fkks
info@fkks.se



Di 12 tebaxê de li Stockholmê li avayîya Amnesty de konferansekê bi navê ”Turkiyê ber bi ku ve diçe” hat li dar xistin.

Di gruba Amnesty beşa Tirkiyê de Stig Johneil, Zarathustra Acet, Ylle Stigelius li ser rewşa Tirkiyê bi taybet jî 15ê Tîrmehê 2016ê de derbeya nebiserketî de axifin û bahsa wan 11 însanên; İlknur Ustun, İdil Eser (Şefê Amnesty li Tirkiyê), Taner Kilic (Serokê rêxistina Amnesty li Tirkiyê) Nalan Erkem, Veli Acu, Gunal Kurşun, Nejat Taştan, Ozlem Dalkıran, Şeyhmus Ozbekli, Ali Garawi û Peter Steudtner yên mafê mirovî ku di 3ê Tîrmehê de li Tirkiyê li Grava Mezin a Stenbolê hatine girtin û kampanya azadîyê ji bo wan kirin.

Serokê Federayona Komelên Kurdistanê li Swêdê Keya Izol li ser sîyaseta dewleta Tirk û bi taybet jî siyaseta wê ya piştî hilbijartinên 2015ê de li bakûrê Kurdistanê û ruxandina bajar û navçeyên wê kir, axaftina xwe bi faktan pêşkêşî guhdarvanan kir.

Feyyaz Kerimo yê ku eslê wî Asûrî ye di axavtina xwe de rewşa Suryaniyên li Turabidînê û pirsa destdanîna ser dêr û milkên wan kir.

Nivîskar û nûnera PEN a Swêdê Elisabeth Olin giraniya axaftina xwe da babeta azadîya fikrî ya Tirkiyê û bahsa girtina rojname û rojnamegeran kir.

Parlamentera ji partiya Moderatan Margereta Cederfelt, Parlamenterê ji partiya Sosyal Demokratan Serkan Kose û Parlamenterê ji Partîya Jingehê Stefan Nilsson balê kişandin li ser rewşa dawî ya Tirkiyê û siyaseta Swêdê û Yekîtîya Ewrûpayê.

Konferans bi pirs û bersivan dewam kir; Gursel Dayan bi muzika xwe û Kemal Gorgu jî bi monologa xwe konferansê dewlemend kirin.