|
FKKS HDPê pîroz dike! |
|
2015-06-09 13:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) Partîya Demokratîk a Gelan(HDP) ji bo ku bendewa hilbijartinê bi marjînaleka mezin derbas kir û ji %13 deng wergirt, pîroz dike.
FKKS kêfxweşîya xwe dîyar dike ku partîyeka pro-kurd a HDP ku nûavabûye 80 mebûs wergirt û destkeftîyeka dîrokî bidestxistîye; ev di dîroka komara Tirkiyeyê de cara yekem e ku partîyeka pro-kurd bi vê awayê bi deh prosent zêdetir bendê derbas dike û dikeve Meclîsê.
Bidestkeftîya HDP bû binketiyeka mezin ji bo serokkomarê Tirkiyeyê Tayyib Erdogan ku ew difikirîya û dixwest qanûna esasî bigehurîne sîstema serokkomartîyê ava bike û selehîyetê xwe xurttir bike.
FKKS bawer dike û bi hêvîye ku hevserokê HDP Selaheddîn Demîrtaş ji bo aştî, azadî, wekhevî û demokratî û ji bo mafê demokratk û neteweyî yên gelê kurd li Tirkiyeyê xebat bike ku gelê kurd bi salan in jê bêpar in. Bijî aştî, azadî û deomkartî
Bijî Kurdistan Sosin Guven Seroka FKKSê 8.06.2015 |
|
|