Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Roja alaya Kurdistanê, li hemû Kurdistaniyan pîroz be!
2014-12-17 21:00
fkks
info@fkks.se



Miletek bi sembolên xwe ji miletên din cûda dibe, al jî yek ji vê sembolê ye; her milet xwedîyê alekê ye, miletê kurd bi alaya xwe serbilnd e.

Dîroka alaya kurdî digihêje salên 1920î; Teşkîlati Îctîmaîye Cemiyetîya Kurdan bi biryarekê ev ala qebûl kirîye. Xoybûn vê alayê di 1927ê de li serhildana Agrîyê de billind kirîye.

Ala Kurdistanê di 1932-an de li ser herdû bergên Hawarê, no: 11 (10 Çiriya Paşîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin. Xwedîyê kovarê Mîr Celadet Alî Bedirxan bi naznavê Herekol Azîzan şiîrek li ser alayê nivîsandîye.

Alê kurdan

Alê kurdan di nav roq.
Çi bedew û biheybet.
Bi çar reng î, rengên te,
Çi delal û çi xweşqoq.

Xêzeq qesq û xêzeq sor,
Nav sipî û nîveq zer.
Qesqesor e, bi roj e,
Ev li jêr û ew li jor.

Semyana qeç û lawan,
Rûmeta jin û mêran.
Neyarên te pir jî bin,
Tu dê bidî bera wan.

Qo çirisî roja te,
Dê belav bin mij û dû.
Rabe ser xwe ser bilind,
Nîzing bûya rûja te.

Hikûmeta Komara Mehabadêa Kurdistanê ya ku di 1920-an de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetîyê ve hatibû tesbîtkirin qebûl kir, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Cumhurîyeta Mehabadê qebûl kirin.
Berîya ku Komara Kurdistanê birûxe, Qazî Mihemed ala Kurdistanê ya Komara Mehabadê dide Mela Mistefa Barzanî û weha dibêje: "Vê alaya Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûnê nehêlin ev alaya hanê bikeve erdê."

Hikumeta Herêma Kurdistanê jî ew alaya ku di 1920ê de hatibû qebûl kir, wek ala Kurdistanê qebûl kiriye. Parlamentoya Kurdistanê 2002an de pîvanên alê tesbît kiriye û li gor biryarê 21 tîrejên roja li ser alê hene.
Rengên ku li ser alaya Kurdistanê ne sor rengê şorêş, sedekat û biryardarîyê, sipî aştî û rastîyê, kesk xwezî û jiyanê zêr jî ronahîyê îfade dike.

Bi biryara Parlamentoya Kurdistanê, roja 17/12 ya her salekê wek Roja Ala Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hatîye diyarkirin.

Îro kurdên ku sadakata xwenîşanê vê vê alayê didin bi taybet jî li başûrê welat bi girseyî vê rojê pîroz dikin û alaya Kurdistanê hilandin jor.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ji avabûna xwe heta niha li hemû nirxên kurdan xwedî derketîye û alaya Kurdistanê di hemû çalakîyên xwe de bilind kiriye.

Roja 17 ê Çileya Pêşîn, roja alaya Kurdistanê, li hemû Kurdistaniyan pîroz be!

17.12.2014
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê