Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
FKKS konferansa xwe ya 2015 li dar xist
2015-05-04 13:00
fkks
info@fkks.se

Seroka FKKSê Sosin Guven



Bîstek ji konferansê


Cicilia Oberg, Nûnera ABF



Parlamenterê Partîya Sosyaldemokrat Serkan Kose

http://www.fkks.se/albums.aspx?aid=KonferansaFKKSa20150504144501


Federasyona Komeleyên Kuristanê li Swêdê(FKKS) konferansa xwe ya salane a 2015 di 2-3ê Gulanê de li keştîya Vikingline pêk anî.

Endamên organên FKKSê û serok û nûnerên komeleyên endam 72 kes ji bo konferansê hatibûn vexwendin lê mixabin ji wan 4 kes di wexta xwe de negihîştin keştîyê konferans bi 68 kesan civîya.

Konferens ji alîyê Seroka FKKS Sosin Guven ve hat vekirin û wê xêrhatin li mêvan û nûnerên konferansê da û sipasîyên wan kir ku ew beşdarê vê konferansê bûn û serkeftin ji wan re xwest û hêvî kir ku sala 2016 bêbe sala serxwebûna Kuridstanê. Her wiha wê got; ”em hêvî dikin ku kurd dewletek serbixwe damezrinin û FKKS jî kongreya xwe a 2016 li dewleta Kurdistan a azad li dar bi xwe”. Piştî deqîqeyek ji bo şehîdên Kurdistanê konferans dest bi xebata xwe kir.

Programa Konferansê;
Şemî, 2.05.2015

•Demokrasî, parlamenterîzm, hilbijartin û sistema dewleta Swêdê
Axêfêr; Serkan Kose, parlamenterê esil kurd yê Sosyaldemokratan

•Karê komeleyatî, zanîyarî li ser komeleyatî û xwirtkirina peywendîyan li gel ABF
Axêfêr; Cicilia Oberg, Nûnera ABF

Yekşem; 3.05.2015
• R ewşa komeleyên endam; têkilî, kêmasî û daxwaz û pêşînyar

Li gor programê konferans meşiya.
Parlamenterê Partîya Sosyaldemokrat ya Swêdê rêgez kurd Serkan Kose agahiyek berfireh li ser sîstema dewleta Swêd da. Ew bêhtirin li ser sutrûktûra dewleta Swêd, parlamenterizm, hukumet, bêterefîya dadê, desthilatî û mixalefet, komsîyonên karûbarê parlmentoyên û li ser hibijartinê peyîvî; giringîya beşdarbûyîna dengdêran ji bo hilbijartina parlaman, şaredarî û wilayetê kir.

Wî di berdewamîya axaftina xwe da da bahsa dîplomasî û lobiyan kir û bi teybetî jî parlamenterên rêgez kurd û dostên wan çawa di nav hewildanan de ne ku politikayên dewleta li ser kurdan bêhin giherandin û kurd ji di welatên xwe de bibin xwedî sitatû.

Parlamenter Serkan Kose di dawîya gotina xwe de got ku ew di amadahîyê dikin ku grubek parlamenterê Parlamnetoya Swêdê seredana Başûrê Kurdistanê bikin û bi hukimet û parlamentoya wê ve têkiliyên xwe pêşve bibin û xurttir bikin.

Nûnerên konferansê bi kêfxweşî guhdarîya Serkan Kose kirin û bi pirsên xwe pêşkêşê wî kirin. Wî ji bi berfirehî bersiva wan da.

Divê bihê destnîşankirin ku Partîya Sosyaldemokrat(S) a Swêdê bi Partîya Jingehê (Mp) re li Swêdê hukimet e.

Semînera duyem a roja yekem ji aliyê nûnera ABF Cecilia Oberg ve hat dayîn. Ew ji li ser kar û barên ABF agahî da; li ser dîrok û avakirina ABF û armanca wê axifî û giringîya xebatên hevbeş yên di navbera FKKS û ABF de diyar kir. Her weha wê agahî li ser teknika civin, giringîya zanîyarîya li ser komeleyatî û jiyana komeleyatîyê axivî û got ku ”emê karên baş li gel FKKS dikin û giringîyek bilind didin kar û barên komeleyetîyê. Wê got ku: ”ewê semînerên li ser perwerdehîya komeleyatîyê bidin domandin û di meha nehan da, dê du roj perwerde jibo organên FKKSê amade bikin. Semîner bi pirs û bersiv dawî hat.

Roja duyem a konferansê ji aliyê Seroka FKKS Sosin Guven ve hate vekirin û konferansa bie deqiqeyekê jibo şehîdê Kurd û Kurdistanê hate kirin.

Ewê li ser kar û barê û çalakiyên ku piştî kongreyê heta îro hatine kirin rawestîya.

• 2014.06.24 Min nameyek ji Federasyona Asûrîyan ra bi Swêdî şand û ew name li rojnaman da ji derket. Tiştên pir nexweş di derheqê kurdan da nivisibûn. Lê wan bersivek baş wergirtin.

• 2014.07.17 Ji bo piştgîrîya Referandoma serxwebûna Kurdistanê, me daxwuyaneka çapemenîyê weşand û ew daxuyanî di rojnameya ”Svenska Dagbladet”ê de rûpelik sax hate weşandin. Ez bi çend rojname û Televizyonên swêdi re axivim.

• 2014.07.19 Em aktîv beşdarê demostrationa piştgîrîya serxwebuna Kuirdistanê bûn. Min gotarek pir girîng pêşkêş kir. Ev gotar li rojnamên Svêdî da derket.

• 2014.08.17 Me xwepêşandanek mezin jibo Êzîdiyan li ber parlamanê li dar xist û gellek sîyasetmedarênSwêdî û Kurd beşdar bûn û Kanal 4 ya Televîzyona Swêdî û Expiressen û Afton Bladet bi zindi programa me weşandin.

• 2014.10.23 Konferansek li se minoriterer i Syrien û Iraq me, Komela Niviskaran, ŞADO û Biblioteka Kurdî li ABF hate li darxistin û gellek Swêdî beşdar bûn.

• 2014.12.07 Me civinek li gel Serok û organên berê yê FKKSê re çêkir û li gel hev xwarinek xwar.

• 2015.01.08 Me Pressmedelandek bi inglizi û Swêdi Kiryara teroristî a Parisê weşand .

• 2015.01.12 Me civinek berfireh li gel dezgehên kurd yên demokratik ra çêkir û pir kes beşdar bûn.

• 2015.01.14 Seredana Wezîrê Derve yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Feleh Mistafa jibo FKKS gellek kesayetî beşdar bûn.

• 2015.02.04 Grubek Parlamenterên Herêma Kurdistanê ku ji hemû partîyan pêk dihat, seredana FKKS kir û me li gel hev xwarinek xwar.

• 2015.02.16 Me û Hevkarî Konferansek ji bo Serokê parlamana Kurdistanê Doktor Muhemed Sidik li ABF çêkir. Li dor 450 kesê beşdar bûn.

• 2015.02.21 Press medelandeyek li ser mafê perwerdehîyê weşand

• 2015.02.25 Me daxûyanîyeka çapemenîyê jibo sedemê nelidarxistina pîrozbayîya Newroza îsal bi Kurdî û Swêdî weşand.

• 2015.03.14 - 2015.03.15 Seminer du rojan bi Inglizî û Kurdî li ser Êzîdîyan me, Komeleya Nivîskarên Kurd û Biblioteka Kurdî li ABF li dar xist.

• 2015.03.16 li Adolferdrik Kyrkayê me biranîna Helepçe çêkir û program pir dewlement bû û Li ser navê Hukumetê Cigira Serok Wezîrê Swêd Osa Romson û gellek parlameter beşdar bûn. Di 18 Adarê de , me li parlamana Swêd jî Helepçeyê bi bir anî.

• Daxûyanî li ser anfal, li ser rizgarbûna Kobanê û gellek peyam û daxûyanî me weşandin.

• 29.03.2015 Merasimek ji bo bîranîna Şehîdên Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê li lokala FKKS hate li darxistin.

Pişt re civîn ji alîyê Sekretera FKKSê Pirseng Tiwana, Berpirsê Darayî Berzan Koçkaya û Berpirsê Navxweyî Selam Cizîrî ve hat birêvebirin.

Di vê beşê de zêdetir li ser rewşa komeleyan dan û standin, pirsgirên wan û daxwaz û pêşnîyarên wan hate rawestandin. Hemû nûnerên komeleyan li ser rewşa komeleyên xwe axivîn , kêmasî û lawaziyên xwe anî zimên, bahsa xebatên xwe kirin. Hevparîya pirranîyê nûnerên komeleyên endam ew bû ku divê peywendîyên FKKS û komeleyan xwirtir û zindîtir bibe.

Piranîya nûnerên konferansê di wê bawerîyê da bûn ku rewşa Kurdistana başûr hesas e divê FKKS di vî warî de zêdetir hewilbide ku peywendîyên hukumet û parlamana Swêd li gel Kuristanê di astek bilindtir da be. Nûnerên Konferansê hemfikir bûn ku nameyekê jibo Serok wezirê Swêd û hukumetê ra bişîne û qala rewş û xeterên li ser Kurdistanê bike.

Paşe Seroka FKKSê Sosin Guven carek din xêr hatin li mêvan û nûneran dan û hêvîya serkeftinê ji bo wan xwest.
Nûnerê Komela Kurdî li Kiristîanstadê Dr. Kismet Mirkat alayeka Kurdistanê ya bi destan hatî çêkirin dîyarîya Seroka FKKS kir û serbilindîya xwe ji bo karê wê pêşkêş kir.

Seroka FKKS Sosin Guven jî di axaftina xwe de got ku; ew ê lê bixebite ku bibe layîqê wê alê û xebatek bi aheng li gel hemû organ û komeleyên endam bidomine û silav û rêzê xwe ji bo nûnerên konferansê pêkeş kir.

Konferansa 2015 a FKKSê bi rêk û pêk bû û ji aliyê hemû nûneran ve hate pesinandin.
www.fkks.se