|
Roja Resamên Kurd li Stockholmê |
|
2011-11-21 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
M. Al, Z.Zerdest, S.Bozarslan, M.Seyda, S.Kaya
Di 19ê Çiriya Paşîn a 2011ê de li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî pêşengeha resamên kurd hat li dar xistin. Pêşengeh ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Kitebxaneya Kurdî li Stockholmê û Komeleya Nivîskarên Kurd hat amadekirin. Resamên kurd Zaria Zerdest, Siyamend Kaya, Mahmud Al û Mihamed Seyda tevî tabloyên xwe bêşdarê pêşengehê bûn.
Şermîn Bozarslan li ser navê FKKSê, Newzat Hirorî li ser navê kitêbxaneya kurdî, Pasa Uzun li ser navê Komeleya Nivîskarên kurd axaftin; xêrhatine dan mêvanan û girîngiya rojek weha bo hûner û hunermendan anîn zimên.
Resamên Kurd Zaria Zardasht, Siamend Kaya, Mahmut Al û Mohammed Seyda xwe dan nasandin, behsa hûnera xwe kirin û spasîya her sê rêxistinên Kurd kirin ku ev pêşengeh organîzekirine.
Pêşengeh di seat 13:00 dest pê kir heta 17:00 ajot gelek kes beşdar bûn, bi dilxweşî tabloyên ressaman nêhirtin, ji wan agahdarî wergirtin.
|
|
|