|
Ciwanê Kurd Ridwan Gelnaskî di qezeya trafîkê de jiyana xwe ji dest da |
|
2011-09-03 15:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Ciwanê Kurd Ridwan Gelnaskî di 31. 08. 2011ê de di qezeya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Ridwan 19 salî bû û îsal lîseyê xelas kiribû. Ridwan kurê serokê Komeleya me ya Umeå M. Alî Gelnaskî bû û ew bi xwe jî endamekî çalak û delal yê komeleyê bû.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi hemû komele û endamên xwe ve êş û xemginiya malbata Gelnaskî parve dike; ji serokê Komeleyê M. Elî Gelnaskî û malbata wî re û endamên Komeleya Umeå re sersaxî sebir û metanetê dixwaze.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
|
|
|