Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
FKKS bi xwepêşandinekê êrîşên artêşa Îranê mahkûm kir
2011-08-13 15:00
Fkks
info@fkks.se



Di 12.08.2011 de li Swêdê li bajarê Stokholmê li pêşiya avahiya parlamentoya Swêdê di xwepêşnadenekê de komara Îslamiya Îranê hat şermezar û protestokirin.

Xwepêşandan ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) ve hat amade kirin, hijamreke kurdên her çar parçeyên Kurdistanê, berpris û nûnerên partî, rêxistin, komele û saziyên kurdî yên li Swêdê amade bûn, her wusa nûnerên parityên swêdî jî amade bûn û gotar pêşkeş kirin.

Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan di axaftina xwe ya bi kurdî û swêdî de behsa destdirêjiyên leşkerê Îranê ser deverên herêma Kurdistanê kir û topbarankirina gundên ser sînor bi awayekî berdewam ji aliyê leşkerê Îranê ve şermezar kir. Bozarslan bangê hukimeta Federal a Iraqê û hukimeta herêma Kurdistanê û herweha dezhegên navneteweyî kir ku li hember vê bombebaranê Îranê bêdeng nemînin û daxwaz kir ku Neteweyên Yekbûyî(NY) heyetek bişîne herêmê da ku zerar û ziyanan tespît bike.

Endamê meclisa Partiya Sosyal Demokratan û şaredarê Sigtuna Anders Johanson, Parlamenter partiya Çep Jacob Jonson, parlamenterê partiya Gel û serokê komîteya Hevkarî ya Kurdistan- Swêd Fredrik Malm di xwepêşandinê de axaftin û piştgiriya xwe ji gelê kurd re diyarkirin û bomberanê Îranê li dewerên herêma Kurdistanê mahkûm kirin. Herweha wan daxwaz kir ku bi riyên polîtîk û bi diyalogê divê pirsa kurd li herêmê bê çareserkirin.
Fredrîk Malm di axaftina xwe de balê kişand li ser wê yekê ku got, êrîşên Îranê li hember PJAKê bahaneye, esas armanca Îranê ew e ku li herêma Kurdistanê bêîstîkrarî çêke, destkeftiyên wan bixe xeterê û wan mecbûrê xwe bike.