Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Civîna matemî ji bona Mîşel Temo
2011-10-18 10:00
Fkks
info@fkks.se



Di 16.10.2011ê de civîneka matemî ji bo siyasetmedarê kurd Mîşel Temo li Stockholm Kista Treff hat lidarxistin. Civîn ji aliyê Partiyên kurd li Sûriyê – Rêxistinên Swêdê, Encumena kurdên Sûriyê li Swêdê û Federasyona komeleyên Kurdistanê li Swêdê ve hat amadekirin.

Li ser navê partiyên kurdên Surî li Swêd Dr. Seîd Mele axaftinek kir. Herweha serokê Hevgirtina Partiyên kurd û Kurdistanî li Swed Şefik Kaya û Seroka Federasyona komeleyên Kurdistanê li Swed Şermîn Bozaslan di civîna matemî de axavtinek pêşkêş kirin. Nûnêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê yê navçeya Swed jî axavtinek kir : Hemiyan di axavtina xwe de balkişandin li ser yekgirtî û yekdengiya kurdan.

Hevalêk ji partiya nemir Mîşel Temojî ji Qamîşo bi rêya telefonê gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de got, ku kujerê Mîşel Temo rejima xwînxwar ya Suriye. Herweha da xuyakirin ku ewê di rêya Mîşel Temo dayî ber wan de tekoşîna xwe heta ruxandina rejima Surî berdewam bikin.