Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Pîroz be roja zimanê Kurdî
2021-05-15 12:00
Fkks
info@fkks.se
Pîroz be roja zimanê Kurdî

Wek tê zanîn di 15’ê Gulana sala 1932’yan de, li Şamê ji aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan û Hevalên wî yên wekî Osman Sebrî, Nuretîn Zaza, Qedrî Can û Cigerxwîn ve kovara Hawar´ê bi tîpên latînî  hatiye derxistin.

Her usa 31 tîpên latînî ji aliyîyê Celadet Bedirxan ve wek alfabeya zimanê Kurdî hatiye pejirandin.

Roja derxistina kovara Hawar´ê 15´ê meha Gulanê, ji sala 2006’an vir de wek  Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Ji kovara hawar´ê vir ve, gelek Kovar û rojnamên kurdî hatine weşandin. Hejmarek gelek mezin pirtûkên Kurdî, li ser bêje, kultur, folkor, roman, dîroka Kurdistanê  û analîzên siyasî û hatine çapkirin.
Em Kurd, di rast nivîsandina lehçeya kuramancî ya Kurdî de gîhiştine konexek baştir. Lê di parastina zimanê Kurdî de em bi ser neketinin.

Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê de zimanê Kurdî di rewşek gelek xeter de dijî.
Ji bilî siyaseta rejîma Tirkiyê ya li ser asîmîlasyon û tunekirina zimanê kurdî de, Kurd bi xwe jî di vî bi karanîna zimanê kurdî de gelek kêmxemîyê dikin.

Fedrerasyona komeleyên kurdistan li Swêd, ji bilî zimanê Swêdî yê fermî, hemû danûstandinên xwe bi zimanê Kurdî kiriye.
Civîn, kongre û semînerên xwe bi Kurdî kiriye. Kurdên Swedê, li gor welatên din yên Ewrûpayê, di bikaranîna zimanê Kurdî de gelek baştir bûye.

Hêlîna Kurdî ya zarokan hate damezrandin. Li gor yasaya Swêdî, hemû zarokên biyanî xwedî mafin ku heftê carek dersa zimanê dayikê bibînin.

Ji bo vê yekê di Universiteya Stockholm û Uppsalayê de gelek mamosteyên zimanê kurdî hatin perwedekirin.  

Îro zarokên Kurd jî ji mafên perwerdeya zimanê dayikê sud werdigrin û ewî mafê bikartinin. Zarokên Kurd dikarin ji dibistana sereke heta lîseyê, heftê carek biçin dersa zimanê dayikê.

Mixabin van salên dawî rêjeya kesên ku dersa zimanê kurdî dibînin, li gor salên berê kêm bûye.

Ev yeka jî îşareta xetera li ser zimanê Kurdî dide me.
Em bi munasebata Roja Zimanê Kurdî, carek din bangî dê û bavên Kurd dikin ku, di Dibistanan de daxwaza perwerdeya zimanê Kurdî bo zarokên xwe bikin.

Li bakurê Kurdistanê jî, bo parastina zimanê Kurdî neh partiyên siyasî yên Kurdistanî û însiyatîfên sivîl hatin ba hev.
Ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî, xebatên cuda danin pêş xwe.
Yek ji wan xebatan tomarkirina îmzeyan ji bo ku zimanê Kurdî bi zimanê perwerdeyê û zimanê Kurdî bibe zimanê fermî li Tirkiyê.

Em wek Federasyona komeleyên Kurdistan li Swêd, piştigiriya vê xebata pîroz dikin. Lewra ji hemû komeleyên xwe û ji Kurdên niştecîhên Swêdê, daxwaz dikin ku îmze bavêjin bo zimanê Kurdî.

Ne tenê Kurdê li Swêd dijî, belku hemû Kurdên Cîhanê îmze bavjin bo kampanya ya zimanê Kurdî û xwedî li zimanê Kurdî derkevin.

Zimanê Kurdî, nasnama me ye, hebûna me ye.Civak bi ziman, çand, dîrok û bi axa li ser dibin netew. Ziman ji bo neteweyek faktora herî girînge.

Ziman hebûn û tunebûna netewya Kurd e. Li zimanê xwe xwedî derkevin, Kurd bin û Kurd bimînin!

15.05.2021
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd