Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Civîna lêkolîna hemwelatîbûna swêdî û entegrasîyonê
2012-11-19 12:00
fkks
info@fkks.se



Hukumeta Swêdê komîteyek daye damezrandin jibona lêkolînek berfireh di derheqa hemwelatbûyîna Swêd û integrasyonê çêbike. Komîte di bin serokatîya lêkolîner û civaknas Gunnar Strömmer hatîye damezrandin. Komîte lêkolînek dûr û kûr çêkirîye. Ew dixwazin vê lêkolînê berfirehtir bikin. Ji ber vê yekê, wan xwestin ku bîr û rayên partîyên politik, dezgehên demokratîk, sivîl, kesayetîyên navdar, dadwer, sîyasetmedar û siyasetzan, karmendên pilebilind yên dewlet û hukumetê ra civînek berfireh çêbikin da ku bir û rayên wan jî ji nîzîk ve guhdarî bikin. Ew ê van lêkolîn û bîir û buçunan wek raporekê amade bikin û di 1ê nîsanê ya 2013 han da pêşkêşê hukumetê bikin.

Bi vê minasebetê di 14ê Mijdara 2012ê de civînek li avahîya Serokvezaretîya Swêd Rosenbadê pêk hat. Li ser navê FKKS berpirsê Aborî Selam Cizîrî beşdarê v cîvînê bû.

Dîyar e hukumeta Swêdê dixwazê erkan hîşk û zortir bikin da ku yê bixazibe bibe hemwelatîyê Swêd li tûşî zehmetîyên bên û pêvajoya hemwelatiyê dûr û dirêj bibe. Welê tête dîyarkirin ku hukumet dixwazi yê bibê hemwelatî “ divê zimanê swêdî pirr baş bizanibe, divê di derheqa civaka Swêd da xwedîyê zanebunek kûr û xurt be, dive xwedî kar be û tu sucek jî nekirîbe”.
Li ser navê FKKS Selam Cizîrî bir û rayên xwe pêşkêş kir.

Qanunên Swêd ya îro ji bona hemwelatîyê li gor welatê din yên Ewrupa yê herî baş in. Ji ber wê yekê divê ev bêne parastin.

Kesê li wir çêbin û kesên ji pêncî salîyê biçûktir û xwenda, rewşa wan ji yên din bête cudakirin.

Teybetî yên temenê wan ji pêncî salî û jortîrin û bi teybet yên nexwenda be, fêrbûna ziman ji bona wan pir zehmet e û dibe ku ew tucarî nekaribin bibin hemwelatîyê Swêdê.

Divê bête zanîn ku çiqas qanûn hişk bê girtin dê evqas jî encamên negativ bi xwe ra bine.

Xweşbextane tîşta herê giring ev bu ku bir û buçunên pirranîyên beşdarvanan pir nêzî hev bun.