Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Serokê FKKSê Keya Îzol: ”Hîç mileteki din nîne ku biqasî miletî kurd şehîd dane, lê hê jî me azadiya xwe bidest nexistiye”
2019-01-28 11:00
fkks
info@fkks.se





Rêxistina Swêde ya PDKI di 26ê Çileya Paşîn de li Stockholmê bi şevahengeke 73 salîya damezirandian Komara Kurdistan pîroz kir. Li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê wefdek ji Komîteya Karkir; Keya Îzol, Cotyar Şerîf, Mardin Hêja Baban û Mehdî Adar bêşdarê pîrozbayîyê bûn.

Li ser navê FKKSê axafina serokê FKKSê Keya Îzol di 73 emîn salvegera Komara Mahabadê de: Nûnerên Hizbî Demokrata Kurdistana Iranê, nûnerên partîyên sîyasî, rêkxistinên demokratîk, xûşk û birayên giranbiha,

Mêvanên hêja
Di 73 emîn salvegera Komara Kurdistan da em pêşewa nemir Qazî Muhemed, rêhavalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rûmet bibîr tînin, silavên xwe yên germ arasteyê pêşmergeyên qehreman dikin.

Herweha li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê careka din komara iranê bi tundî şermezar dikin.

Guhdarên hêja
Wek em rojane şahîd dibin, rejîmên xwînrij li hember miletê Kurd çawa şîddet û kuştinên hovane bikartînin. Di lugata wan de nirxên mirovatiyê nebûye û tu car jî nabe. Herku diçe ew hovtir dibin, herku diçe ew bêtir nirxên mirovatiyê binpê dikin. Dijminatiya wan bi miletê kurd re ye. Bê tahammuliya wan li hember hebûna me ye, li hember ziman û çanda me ye.

Divê em jî bi vê zanabûnê li xwe û li rastiya xwe vegerin. Rê nedin van kujerên nijadperest zirarê bide hebûna me.

Hîç mileteki din nîne ku biqasî miletî kurd zilm û zordestî ditiye, ji bo azadiya xwe bi xîret û fedekarî têkoşîn daye, bi hezaran, sedhezaran qûrbanî û Şehîd dane, lê hêjî azadiya xwe bidest nexistiye, hê jî di bin zulmê dagîrkerên de dinale.

Xeletî û şaşî ne tenya ya dijminên me ye. Divê em vê pirsê ji xwe bikin.

Gelo jibo çi, ewqas xebat, fedekarî û qurbanî encameka erênî nade?

Em li ku derê xeletî dikin, kêmasiyên me çi ne û em çawa dikarin vê çerxa xelet paşde bizivirîrin?

Ev pirsa me ya esasî ye ku divê em wek milet jê ra bersîvê bidin.

Beşdarên giranbuha,
Li hember hovitiya dewletên dagîrkeran tenya rêyek heye. Divê em bi curret û aqilane sîyaseta xwe yên heya îro ji ber çavan derbas bikin. Hêzên ku ji bo armanceka netewî xebatê dikin divê jibo parastina hebûna vî gelî zûtirîn wext hêzên xwe yek bikin.

Ev daxwaza me ye, daxwaza bi milyonan kurdên çar perçeyên Kurdistanê ye.
Bi van gotinan ez careka din 73 emîn salvegera Komara Kurdistan silav dikim.

Bijî Kurd!
Bijî Kurdistan!