Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Li hember êrîşên Tirkiyeyê û Îranê bêdeng nemînin!
2011-08-24 13:00
Fkss
info@fkks.se
Li gel êrîşên artêşa Îranê yên van hefteyên dawîn li ser dewerên Kurdistana Federe, ev çend roj in artêşa Tirkiyeyê jî bi balafirên şer herêma Qendilê ya di nav sînorên Kurdistana Başûr bi îddîaya ”şerê li dijî terorîzmê” bombebaran dikin.

Tirkiye û Iran dewla ku wekî dewlet bi riyên dialogan çareseriyên demokratîk, aştiyane û adîlane bikin, riya êrîşê tercîh dikin û sinorên welatê cîran îhlal dikin.

Em Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) van êrîşan wekî êrîşên li hember çaraseriyên demokratîk, aştiyane û adilane dibînin û bi tundî mahkûm dikin.

Kurd jî divê wek hemî gelên dinyayê bikaribin qadera xwe bi xwe tayîn bikin. Pirsa kurd pirseka siyasî ye û bi riyên siyasî divê çareser bibe. Di vê pêvajoyê de bikaranîna çek û şiddet pirsa kurd çareser nake rewş bi her awayî aloztir dike. Herweha girtina siyasetmedar, çalakvanên mafên mirovan û şaredaran jî nikare bê qebûlkirin. Divê zûtirîn wext agirbes bê îlankirin û hemû girtîyên siyasî serbest bêne berdan.

Em ji Neteweyên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpayê û hukûmeta Swêdê daxwaz dikin ku ew hewl bidin ev êrîş bên rawestandin û pirsa Kurd û Kurdistanê li herêma Rojhilata navîn bi riyên demokratîk, aştiyane û adilane bê çareserkirin. Riya herî bi mantiq û maqûl a çareseriyê ew e ku gelê Kurd, wekî hemû gelên azad yên cîhanê, bikaribe li ser pêşeroja xwe bi îradeyeka azad bi xwe biryara xwe bide.

23.08.2011
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê