|
Xwepeşandan: Çalakvanên Kurd yên polîtîk paşve neşînin Îranê |
|
2011-10-06 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di demên dawiyê de dezgeha Penaber/migrasionverket a Swêdê kurdên polîtîk ên çalak yên Îranê ku li benda mafê penaberiyê ne paşve dişîne Îranê ku li wê rîsk heye ew bên girtin, bên îşkencekirin û heta bên îdamkirin.
Divê çalakvanên kurd yên polîtîk paşve neşînîn Îranê. Ayan e û ji aliyê raya giştî ve tê zanîn ku rejîma Îranê rejimeka dîktator e û vekirî tê rexnekirin.
Ji bona ku ew paşve neyin şandin û mafê penaberiyê werbigrin xwepêşandinek tê li dar xistin.
Bêşdariya we û piştgiriya we gelek girîng e!
Duşem, 10.10. 2011 Seat: 17:00 Stockholm-Mynttorget, li ber avayiya Meclîsa Swêdê
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê piştgiriya mafê penaber yên kurdên rojhilat dike û beşdarîya Kurdistaniyan di vê xwepêşandanê de girîng dibîne.
|
|
|