Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Civînên şêwirê yên FKKSê:
2016-06-21 12:00
fkks
info@fkks.se







Di 19ê Hezîrana 2016ê de li avayîya FKKSê ya Stockholmê, bi însîyatîfa Serokê Federasyonê Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) Keya îzol civîneke şêwirdarîyê bi hin kadroyên kevin yên FKKSê, hin kadroyên sîyasî û nûnerên komelên kulturî û nûnerên komeleyên endam re li darxist.

Mebesta civînê ew bû ku biguhertina civatê re, FKKSê dikare çawa formê xebata xwe bigehurîne, struktura rêxistina xwe nû bike û zêdetir kurdên Swêdê û terefên cûda yên civaka me bêşdarê xebat û çalakîyan bike.

Di civînê de Mahmûd Kîper, Vildan Tanrikulu, Kurdo Baksî, Mehmet Mert, Îsmaîl Nacî, Kovan Amedî, Çetîn Çeko, Salih Demir, Riza Polat, Abit Gurses, Alî Çiftçî, Bawer Eser, Nacî Akar, Azîz Aliş, Hafizullah Nerweyî, Cotyar Şerîf, Isa Turan, Hecî Kardoxî û Faris Marsil amede bûn.

Bêşdarên civînê her yek dîtinên xwe bilêv kirin; pêşnîyazên cûda ji bo xebat û reorganîzayona FKKSê hatin kirin. Serokê FKKSê dê van pêşnîyazan pêşkêşî Organên FKKSê bike û piştî ku ew bûn biryar dê ji bo realîzekirina wan gav bihên avêtin.

Ev civîna yekem bû dê di demên pêş de civinên bi vî rengî bi hevwelatîyan re dewam bikin.

xxx
Di 17ê Hezîrana 2016ê de Serokê Federasyonê Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) Keya îzol pêşewazî li Midurê Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê Newzad Hirorî û Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê Nezîr Akat kir. Ew bi qewdeyek gul ji bo erka wî ya seroktîya FKKSê, Keya Îzol pîroz kirin.

Hersê berpirsiyar li ser wê yekê rawestîyan ku ka çawa dikarin di pêşerojê de çalakîyên muşterek bi hevre li dar bixin û di nav van hersê rêxistinên demokratîk û kulturî yê