|
Agirê Newroza 2016ê gurr bû! |
|
2016-03-23 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Pîrozbayîya Newroza 2016 di 20.03 de bi agirê Newrozê bi girseyî hat pîrozkirin. Agirê Newrozê ji alîyê Komela kultûrî ya Kurdî li Spånga û FKKS ve li Eggebygård a li Tensta Stockholmê hate li darxistin. Aheng ji aliyê Seroka FKKS Sosin Gûven ve hate vekirin û gotarek bi Kurdî û Swêdî pêşkêş kir.
Wê got:" Hêvîdar im ku em Newroza 2017 an li Kurdistanek azad û serbixwe da piroz bikin."
Paşê Serokê Komela kultûrî ya Kurdî li Spånga Burhan Yıldız li ser navê komelê xêrhatinek li beşdarvanan kir û newroz pîroz kir.
Pişti gotara Burhan Yıldız, agirê Newrozê hate pêxistin. Agirê Newrozê li gor salên bûrî, isal bêhtir bi coş û organize bû û gurtir û bi hêztir bû.
|
|
|