Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Konferansa FKKSê ya 2013ê
2013-10-02 11:00
fkks
info@fkks.se






Konferansa FKKS a 2013ê di 28ê Îlonê de li bajarê Örebro li dar ket. Endamên organan, berpirsê herêman û serokên komeleyên endam yên FKKSê (Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê) bêşdarî konferansê bûn.

Şîara Konferans 2013ê ya FKKS "Rêxistina xwe bi hêzbikin, bo mafên mirovî, bo beşdarîya jin û ciwanên kurd di xebatên komelayetî de kar bikin"

Berpirsiyarê komîteya têkiliyên nav xwe Dr. Erşad Maruf û berpirsê herêm Zuher Berwarî xêr hatinê dan mêvanan.
Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan konferansê vekir û di axaftina xwe de behsa xebat û rola FKKS kir. Pêwistiya xurtkirina struktura rêxistinî kir û got; bêgûman Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê li seranserê Ewrûpa û li hemû dinyayê ji bo rêxistinbûn, yekîtî û tecrûbeya demokratîyetê mînakekî berbiçav e. Parastina ev tecrûbe, pêştabirina ev dezgeha bêhempa, wezîfeya me hemû kurdan e.

Serokên komeleyên endam, raportên xebatên komeleyên xwe û pêşniyar û pirsiyarên xwe li ser kar û çalakîyên FKKS pêşkêş kirin. Raporta aborî ji aliyê Selam Cizirî ve hat pêşkêş kirin. Raporta komiteya çavder ji aliyê Hafzallah Rasul hat xwendin. Sekretera FKKS Pirshang Twana, berpirsî ragihandinê Aso Salih, berpirsî komiteya salmezin û kêmendam Mujde Seradjhi, berpirsê komîteya penaberan Karîm Suleyman di beşên xwe de agahî û bersiva pirsan dan.
Di raporên komelan de, diyar bû ku, komeleyên FKKS li gor armancên FKKS gelek çalakî û xebatên hêja dikin.

Berpirsê komîteya têkiliyên navxwe dr. Erşad Maruf li ser rewşa komeleyan endam û rewşa wan rawestîya, Sekretera FKKS Pirşeng Tiwana li ser arkiv û protokol agahî daerpirsê aborî Selam Cizîrî hatin û çûyînên federasyonê anî zimên û nûnerên din yên konferansê li ser rewşa komeleyên xwe û çalakî û xebatên xwe rawestîyan.

Eva Ströman ji ABF Örebro li ser babeta Komeleyên endamên FKKS çawa dikarin bi hevkariya ABF ê çalakî, kurs an proje pêk bînîn? agahî zanyarî da.

Ingrid Pincus och Mayson Murad ji UN Women li ser mijara ”Projeyên bo mafên mirovî, bo mafên jin û zarokan” sekinîn vê babetê de agahî û zanyarî dan nûnerên konferansê.

Dû re minaqeşeyên grubî li ser van xalan çêbû; komeleyên endam, bi çawayî dikarin bo mafên mirovî, bo mafên jin û zarokên kurd kar bikin? Em çawa dikarin rêxistina xwe xurt bikin? Em ji bo ku jin û ciwan di xebatên komelayetî de zêdetir cî bigrin çi dikarin bikin?

Wek tê zanîn FKKS di navbera du kongreyan de salê carekê konferansekê li dar dixe û konferansa xwe ya 2013ê li bajarê Örebro pêk anî.
Konferans bi serfirazî û bi şahî dawî bû.