Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Li Parlamentoya Swêdê bîraîna Helepçe
2014-03-14 00:00
fkkk
info@fkks.se



Di roja 13ê Adara 2014an de bi munasebeta 26mîn salvegera komkujiya Helebçe li parlamentoya Swêdê merasimeka bîranîn û rêzgirtin ji bo şehîdên Helebçê pêk hat.

Merasim ji aliyê Netverka kurdî-Swêdî û Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û beşdariya Komiteya Hevkarîya hêzên Siyasi Kurdî û Kurdistani û kesayetiyên siyasî û civakî yên Kurd pêk hat.

Merasîm bi yêk deqîqe bêdengî û piştî wê bi xêr hatin gotina mêvanan ji aliyê Anna-Lena Sörensson û cigîrê wê Fredrik Malm ve hat vekirin.

Hundermend û lîstikvanê Swêdî Ingela Carlsson helbestek hat xwendin.

Balyozê Iraqa Federal yê Swêdê Baker Fattah Hussen gotarek pêşkêş kir.

Nûnerê Hukumeta Heêma Kurdistanê yê Swêdê Şoreş Rehim axivî.

Derun Eli ji bombeyên kimyevî xilas bû, lê kor bibû û nuha li swêdê bi muzîk mûjil e û mekteba mamosteti dixwîne bi ingilizî sitirî.

Rewend Şêxo muzik û stranê matemê sitrî.

Axaftina Helepçe ji aliyê Seroka FKKSê Aycan Şermîn Bozarslan ve hat pêşkêşkirin.

Merasima 26mîn salvegera Helepçê bi gotara Komîta Hevkariya Hêzên Kurdî yên Swêdê ji aliyê rêzdar Mewlud Abdulzadeh û Serokê Federasyona Kurdên Feylî Majeed Jafar xelas bû.

.