|
Li parlementoya Swêdê bîranîna Helepçe |
|
2013-03-16 21:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di roja 14ê Adara 2013an de bi munasebeta 25mîn salvegera komkujiya Helebçe li parlamentoya Swêdê merasimeka bîranîn û rêzgirtin ji bo şehîdên Helebçê pêk hat.
Merasim ji aliyê Netverka kurdî-Swêdî û Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û beşdariya Komiteya Hevkarîya hêzên Siyasi Kurdî û Kurdistani û kesayetiyên siyasî û civakî yên Kurd pêk hat.
Merasîm bi yêk deqîqe bêdengî û piştî wê bi xêr hatin gotina mêvanan ji aliyê Anna-Lena Sörensson ve dest pê kir.
Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Aycan Şermîn Bozarslan ve hat pêşkêşkirin.
Merasim bi gotara Komîta Hevkariya Hêzên Kurdî yên Swêdê ji aliyê rêzdar Şefîq Kaya ve berdewam kir.
Ji aliyê hundermend û lîstikvanê Swêdî Ingela Carlsson helbestek hat xwendin. Merasima 25mîn salvegera Helebçê bi muzîka violonê dawî bû.
|
|
|