|
Konferans: Kurd li Swêdê - îmkan û astengî |
|
2013-02-25 14:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di 23ê sibata 2013ê de li Stockholmê li avayiya ABFê Konferansek bi navê ”Kurd li Swêdê - îmkan û astengî” ji aliyê Federesyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) bi alîkariya ABFê hat organîzekirin. Konferans bi zimanê swêdî bû û gelek kes bêşdarî konferansê bû.
Seroka Federesyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) Aycan Sermin Bozarslan li ser rola FKKSê di civata kurdên Swêdê de sekinî û xebata wê ya piralî anî zimên û got ku Federasyon rêxistineka yekta ya kurdan e û li dinyayê nimûneyeka wê ya din tuneye û ev 32 sal in xebata xwe didomîne, êdî ew bûye tevgereka gel.
Mina Sedem ku psîkolog û li fakulteya psîkolojiyê a Uniwersîteta Stockholmê mamosteya cigîr e, li ser pêşveçûna îdentîteta ciwanan sekinî û faktorên alîkarî û astengiyê ku derdikevin pêş wan bi aweyekî teorîtîk anî zimên.
Dr. sosyolog Osman Aytar - Mamoste li Uniwersîteya Mälardalen- li ser babeta Kurdên bêdewlet yên li diyaspora Swêdê- beşdarî, faktorênserketinê û astengî wê sekinî. Wî bi kurtayî û bi kronolojîk bahsa dîroka kurdên swêdê û kesên ku di vê dîrokê de rol stendine kir.
Panela ku ji aliyê Dr. sosyolog Osman Aytar ve hat birêvebirin; ciwanên kurd Gulan Avci, Lawen Redar, Salar Rashid, Sosin Guven û Servan Bozarslan bêşdar bûn û ew li ser îmkan û astengiyên ku ew bi xwe di civata Swêdê de marûzê wan bûne sekinin û pêşniyazên xwe di vî warî de diyar kirin.
Şêwirdara serbixwe Lena Insulander bi navê babeta ”Bi tenê kesê/a Swêdî- Nuha bi kultura kurdî ve xemilandî” ew li ser du têhegên tradisyona kurdî, sermiyana civakî û bikaranîna mafê grubî sekinî û herweha li ser têza xwe ya ”Kurdistana Iraqê- mafê dewletbûnê” dîtinên xwe anî zimên.
|
|
|