Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Şewata Sînemaya Amûdê
2020-11-13 22:00
FKKS
info@fkks.se
Di roja 13.11.1960î, berpirsê nehiya Amûdê, hemû şagirtên dibistanên serete yên Amûdê mecbûrê çûyina sînemayê kiribû, bi hinceta hatiniyên sînemayê wê biçin ji bo alîkariya Şoresa Cezaîrę.

Ji ber ku sînema biçûk bû û cîhê hemû xwendevanan ne dikir, sînema 2-3 caran li ser hev hate bikaranîn. Cara dawî, jî du kat ji kapasîteya xwe zêde zarok xistin hundirê sînemayê.

Nêzî 400 zarok, piraniya wan xwendevanên salęn yekę ta pęncan bûn. Ji nişkę ve agir bi sînemayê dikeve û agir belav dibe.
Di netîcê da 283 zarokên Kurd dişewitin û jiyanên xwe ji dest didin.

Heta nuha jî kes nizane egera şewata sînemayê ji çi bû. Dewleta Sûriyê ti lêkolîn li ser şewatê nekir û birînên şewata sînemaya Amûdê hîn jî teze ye.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, Şehîdên sînemaya Amûdê bibîrtîne. Hevî û daxwazên me êş û azararên bi vî rengî carek din dûbare nebin.

2020-11-13
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd