|
WELATPARÊZÊ KURD ÎHSAN BÎÇÎMLÎ KOÇA DAWî KIR |
|
2021-01-20 10:00 |
FKKS |
fkks@info.se |
|
Me bi dilek xemgîn bihîst ku vê sibê dilsozê doza Kurd û Kurdistanê, Îhsan Bîçimlî xatir ji me xwestiye û ji ber nexweşiya Coronayê çûye ser dilovaniya xwe.
Temenê xalê Îhsan gîhiştibû 85 salî û xwediyê 5 zarokan Zozan, Çiya, Bêrîvan, Zinar û Birûskê bû. Kesayetiyek pir dilşewitiyê welatê xwe bû. Di destpêka salê 1980`î da ji Stockholmê diçe Rojhilatê Kurdistanê beşdarî nav pêşmergeyên PDK-Îranê dibe.
Xalê Îhsan li Stockholmê jî heta dikarî bû beşdariya çalakiyên Kurdan dibû. Xwe gelek angajeyê erdnîgarî, nexşe û nufusa Kurdistanê kiribû.
Heyf û mixabin ku me Xalê Îhsan wenda kir. Bila rehma xwedê lê be. Cîhê wî biheşt û ruhê wî şad be. Serê malbat û hemû hezkiriyên wî Sax be. Xalê Îhsan Bîçîmlî wê her tim di dilê me da bijî
FKKS- Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd |
|
|