Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
BAŞÛRÊ KURDISTAN Û HÊVÎYEK BO SERBIXWEYÎ
2020-12-16 22:00
FKKS
fkks@info.se
Xwepêşandinên vê dawiyê û bikaranîna mafên xwepêşandinê li Başûrê Kurdistanê, me nîgeran dike.

Xwepêşandin, eger bi ewayek yasayî pêk bê, wek li welatên pêşketî ji bikaranîna hemû cure tund û tûjiyê dûr be, mafekî demokratîk yê hemwelati ye ku daxwazên xwe bi aşîtiyane bigîhînin mercên elaqeder.

Ewên ku di van rojên dawî da li Başûrê Kurdistanê rû dide, li bajarê Suleymaniyê erîş birin li ser dem û dezgehên Hukumetê, şehîdkirina pêşmerge, polîs û esfserên ku bergirî li xelkê Kurdistanê dikin, talan kirina mulkên ofîsên partiyan, mixabin ji rengê xwepêşandinên aşîtiya derketiye û qalibek tund û tûj girtiye.

Ev yeka zerar dide xwepêşanderan bi xwe û bi bikaranîna tund û tûjîyê maf nayên bi dest xistin.

Îro, Başûrê Kurdistanê di rewşek gelek dijwar da derbas dibe. Çavê dijmin li pêşketina Herema Kurdistanê bar nabe. pîlanên dijmin, bajarê Kerkûk û navçeyên din yên Kurdistanê ku ne di nav îdareya Herema Kurdistanê da ye, bi erebkirin, şewitandina û talankirina mal û mulk û malên gundiyan e.

Hukumeta Bexdayê, bi mebestên provakatif naxwaze beşa butçeya Herema Kurdistanê binêre.

Lewra divê Kurd gelek hestiyar bin, Divê hemû Kurd yekgirtî bin, bi yekgirtinê bergirî li xeterên ku îro Hukumeta Herema Kurdistanê rûberûye, bigrên.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, xwepêşandanan wek mafekî rewa yê xelkê Kurdistanê dibîne.

Lê nabe ku ev mafê rewa ya xelkê ji qaliba aşîtiyane û demokratîk bê derxistin û tund û tûjî bê bikaranîn.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, daxwaz ji xelkê Kurdistanê dike ku li dijî hemû cure xeter û ajawegîriyê, bi yek dengî mala Kurd û destketiyên Başûrê Kurdistanê bi parêzin.

10-12-2020
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd (FKKS)