|
Şevahenga pîrozkirina serxwebûnê li Hewlerê |
|
2017-09-28 14:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
FKKS 25 ê Îlonê li paytexta Kurdistanê li Hewlerê şevahengek pîrozkirina serxwebûna Kurdistanê lidarxist. 130 kurdên ji Swêdê û gelek mêvanên ji Norwec, Elmanya, Fransa û Ingiltere beşdarê şevê bûn. Diyar Mizuri ji Mekteba rêzdar Neçirvan Barzanî bi axaftineka kurt şevê vekir.
Serokê FKKSê Keya Izol axaftina xêrhatinê de bi kurdî û swêdî encamdana referandûma serxwebûniyê pîroz kir û ji bo alîkarîya Festîvala Stockholmê û şevahenga li Hewlêrê spasîya Nivîsîngeha Serokwezîrê Hukumeta Herêmê ya Nêçîrvan Barzanî kir.
Taha Berwary, wezîrê berê ya HHK û Konsulê Swêdê Christian Nilsson jî mêvanên taybetî bûn. Hunermendên kurd Ciwan Haco, Rojîn, Delil û Fatê jî muzika xwe şevê dewlemend kirin. Şevaheng bi coşeka mezin hetta derengê şevê dom kir.
TV yên Rojnemayên Swêdî Dagens Nyheter û Exspressen û K24 bi serokê FKKSê Serok Îzol re hevpeyvîn kirin.
Dn möter svenska medborgare som är i Erbil för folkomröstningen om självständighet. https://www.facebook.com/dn.se/videos/10154924049941680/?hc_ref=ARThoXB5gfvYsFm9hdRah1hCCY54dSIK877QSrDxx3BGVAYXUaWa43Rtd7QHJDopxjg
http://www.expressen.se/…/ja-sidan-gar-mot-seger-i-folkomr…/
https://youtu.be/yMXQk-GZYPo?t=24
|
|
|